Mal û wargehên faşîstan hatin şewitandin

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Esenyûrt û Kagithaneyê warên faşîstên AKP-MHP'î hatine şewitandin.

Di daxuyaniya Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr de hate gotin, "25'ê Hezîranê li Esenyûrt a Stenbolê malek hate tespîtkirin ku hin kesên AKP-MHP'î ji bo hin karan bikin li hev kom bûne. Bi teqemeniyan hatin hişyarkirin, piştre jî hate şewitandin.

27'ê Hezîranê li Kagithane ya Stenbolê wargeheke bi navê 'Wargeha Xwendekarên Mêr ên Hîndekariya Bilind a Çaglayan a Emiyeta Belavkirina İlmê ya Taybet' ku destdirêjî li zarokên mêr dihate kirin û pêwendiya xwe bi FETO hebû, hate tespîtkirin. Li ser vê yekê saet di 02:00 de hate şewitandin û hişyariya pêwîst lê hate kirin."