ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakiyên bîranînê yên ji bo Zeynep Kinaci (Zîlan) bêne lidarxistin, wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Doza ku Komeleya Şêx Seîd ji bo tespîtkirina cihê gorên Şêx Seîd û 46 hevalên wî vekiribû, bi îdîaya ku di arşîvan de agahî û belge nînin, hate redkirin. Cenazeyê Şêx Şemsettîn ê bi Şêx Seîd re hate darvekirin, sala 1930'î radestî malbata wî hatibû kirin.
- Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Pelşîn Koçgirî destnîşan kir ku li dijî faşîzma tarî, ji bilî sekna Zîlan alternatîfeke cuda ji bo wan nîne û got, "Weke YJA Star em ê her tim şervanên xurt ên fermandara xwe Zîlan bin."
- Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Eylem Ronî got, "Hevala Zîlan nîşan da ku li dijî dijmin divê têkoşîneke çawa bê kirin, li dijî êrîşên qirkirinê divê şer û çalakî çawa bêne kirin."
- Asya Tirk, Thomas Elman, Diyako Kurd bûn. Ya ku hersê gihand hev, cewhera mirovahiyê bû. Çîroka wan çîroka mezinahiya gelan e.
- Hevseroka KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl anî ziman, zema ku tê payin di meha Tîrmehê de ji bo kedkarên cemaweriyê bê kirin, hîn neketiye bêrîka kedkaran ji niha ve bêwate bûye.