Ûçar û Bûldan cejna gel pîroz kirin
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan cejna gel pîroz kirin.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan cejna gel pîroz kirin.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê tev li bernameya pîrozkirina Cejna Qurbanê bû.
Rêveberên partiyan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bernameyê bûn.
Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di bernameyê de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Ûçar bal kişand ser girtina rojnamevan Merdan Yanardag ku ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne kiribû û diyar kir ku girtina Yanardag mînaka bêhiqûqiya li welêt e. Uçar wiha got: “Lê ji bo me ya herî girîng bêhiqûqiya li ser birêz Ocalan e ku qetlîamek hiqûqê ye. Ji ber vê yekê em difikirin ku ne tenê kurd her kesê ku li vî welatî dijî, divê dîmen-wêne mezin ê tecrîdê bibîne. Heya ku em li ber vê qetlîama hiqûqê re serî ranekin, îro Merdan Yanardag û sibê jî kesên din dê bi vê bêhiqûqiyê re rûirû bimînin.”
WAN
Şandeya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di nav de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hebû li navçeyên Erdîşê, Bêgirê û Ebexê serdanên Cejna Qurbanê kirin û cejna xelkê pîroz kirin. Bûldan û şandeya pê re ewilî li Erdîşê tev li bernameya pîrozkirina Cejna Qurbanê bû.
Bûldan li Erdîşê axivî û destnîşan kir ku hê jî li dijî gelê kurd polîtîkaya înkarê berdewam dike. Bûldan anî ziman ku ew di ferqa kêmasiyên xwe de ne û ew ê di meha îlonê de kongreya xwe pêk bînin û wê bi plansazî û ferasetek nû û rûyên nû rabin.
Bûldan û şandeya xwe piştî Erdîşê derbasî navçeya Bêgirê û Ebexê bûn û tev li pîrozbahiyên cejnê bûn.
Bûldan û şandeya pê re dê sibê jî li navçeyên Qelqelî û Seravê serdana gel bikin.