YPS'ê li Antalyayê li dijî tecrîdê 8 wesayit şewitand
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Delal Amed a YPS'ê ragihand ku li dijî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê 8 wesayitên 'hevkarên rejîma faşîst' şewitandine.
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Delal Amed a YPS'ê ragihand ku li dijî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê 8 wesayitên 'hevkarên rejîma faşîst' şewitandine.
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Delal Amed a YPS'ê bi daxuyaniyekê got, "Şeva 22'ê Hezîranê saet derdora 02:00 li taxa Fener a navçeya Mûrat Paşa ya Antalyayê, 8 wesayitên hevkarên rejîma faşîst şewitandine."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heta ku sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li ser Rêber Apo dewam bikin, çalakiyên me yên li dijî hevkar û rejîma faşîzan wê dewam bikin. Li dijî vê hikumeta ku qirkirina Kurdan kiriye armanca xwe, em ê jî hemû dûvik û têkiliyên wan tespît bikin û êrîş bikin. Di rewşeke welê de ku gel di nava xizaniyê de ye, em ê desthilatdariya rejîma ku xwe ji faşîzmê xwedî dikin bi serê wan ve birûxînin."