Li Colemêrg û Stenbolê serdana gorên şehîdan hatin kirin
Li Colemêrg û Stenbolê di roja ewil a Cejna Qurbanê de serdana gorên şehîdan hatin kirin û peyama, “Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin” hate dayîn.
Li Colemêrg û Stenbolê di roja ewil a Cejna Qurbanê de serdana gorên şehîdan hatin kirin û peyama, “Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin” hate dayîn.
Di roja ewil a Cejna Qurbanê de goristanên şehîdan hatin ziyaretkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, li Colemêrg û navçeyên wê çûn serdana gorên şehîdan. Di serdana ji bo Goristana Serê Solan a li Taxa Tekser a navenda bajar de Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak û gelek endamên partiyê amade bûn.
Parlak, di serdanê de axivî û got: “Hewldan û berxwedana gelê me li vir e. Berpirsyartiya dikeve ser milê me jî ew e ku xwedî li mîrateya wan derkevin. Ev wesiyeta ji me re hatiye hiştin jî parastina yekitî û hevgirtina gelê kurd e. Em ê bi hev re xwedî li wesiyeta wan derkevin.”
GEVER
Di heman demê de li navçeyê Geverê jî goristanên taxên Bajêrgeh û Ormanê hatin ziyaretkirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onur Duşunmez û gelek partiyî jî di serdanê de cih girtin. Serdan, bi xwendina duayan bi dawî bû.
STENBOL
Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), bi boneya Cejna Qurbanê çû Goristana Gazî ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê û gorên şehîdan ziyaret kir.
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî tev li serdanê bûn. Gelek kesên li Cemxaneya Gaziyê hatin ba hev, bi qurnefîlan ber bi goristanê ve meşiyan. Di dema rêzgirtina bo şehîdan de beşdaran gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Hevseroka ANYAKAY - DER’ê Evîn Genç di serdanê de axivî. Genç, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got ku dê zext û dorpêç nekarin wan ji têkoşîna wan a azadî û demokrasiyê bikin. Genç got ku dê alaya têkoşînê heta dawiyê li ba bikin.
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gorên şehîdan.