ADGB: Bi kuştinê hûn ê nikaribin şoreşa Rojava teslîm bigirin!
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş şermezar kir û got, "Bi kuştinê hûn ê nikaribin şoreşa Rojava teslîm bigirin."
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş şermezar kir û got, "Bi kuştinê hûn ê nikaribin şoreşa Rojava teslîm bigirin."
Di daxuyaniya ADGB'ê de hate bibîrxistin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî, ku li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê hate kirin, Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma şehîd bûn. Hate ragihandin ku rejîma Qesrê her roj êrîşî Şoreşa Rojava dike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Şoreşa Rojava di bin konsepta şer û êrîşan de hewl dide li ser piyan bimîne û hate gotin, "Di demekê de ku Rêveberiya Xweser ragihand ku wê DAÎŞ'iyên girtî bêne darizandin, ev êrîş hate kirin. Her wiha dema ku li Astanayê li ser çarenûsa gelên herêmê bazarî dihate kirin û Serokwezîrê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana şefê faşîst Erdogan dikir, ev êrîş hate kirin. Eşkere ye ku bêyî hevkariya emperyalîstan û rayedarên PDK'ê êrîş nekarîbû bihata kirin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst salên dawî giranî daye ser êrîşên sûîqestê û kuştinê û hate gotin, "Ji Ewropayê heta Başûrê Kurdistanê, Rojava û dîasporayê êrîş li ser şoreşger û rêxistinên welatparêz têne kirin. Hewl didin bêrêxistin bihêlin û bitirsînin. Hîn çend meh berê li Parîsê Evîn Goyî û 2 hevrêyên wê, li Rojava Zekî Gurbuz û Ozgur Namoglû, çend roj berê li Başûrê Kurdistanê Huseyîn Arasan bi heman êrîşên sûîqestê hatin qetilkirin. Eşkere ye ku rejîma qesrê ya faşîst wê êrîşan zêde bike."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi êrîş û kuştinan wê ti carî nikaribin Şoreşa Rojava teslîm bigirin ku ev şoreş ji bo gelan bûye hêvî. Me doh Şoreşa Rojava bi piştevaniya gelên cîhanê, karker, kedkar û enternasyonalîstan parast, îro jî li dijî hêzên paşverû yên gefê li şoreşê dixwin em ê bi heman ruhê piştevaniyê li qadan biparêzin."