HDP’ê bertek nîşanî berdana polîsên êşkencekar da

HDP'ê bertek nîşanî berdana 3 polîsên ku li navçeya Licê ya Amedê li zarokê Kurd ê 14 salî êşkence kirin da û diyar kir ku darazê peyama 'em li pişta we ne' dane polîsên êşkencekar.

Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nuray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz di daxuyaniyeke nivîskî de gotin: “Y.D.yê 14 salî li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê polîsan ve bi hinceta ku beşdarî pîrozbahiya Newroza îsal bûye, hatibû revandin û êşkencekirin. Her wiha li zarokê 14 salî hat ferz kirin ku çêrî Kurdan bike, sirûda Îstîklalê û helbesta Mehmetçîk ji ber bike. Ji ber vê yekê zarok bi awayekî giran hate êşkencekirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî ev tişt hatin gotin: “Di doza ku îro li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin de, bi hinceta ku hêmanên sûcê îşkenceyê pêk nehatine biryara bêerkiyê rakir û bi piraniya dengan biryar da ku her sê polîs bên berdan. Ev pêşketina dawî, ji bilî xelatkirina polîsên êşkencekar, rê li ber êşkenceyên nû vedike û bi vê yekê re darazê peyama ‘em li pişta we ne’ da polîsên êşkencekar.

Failê ku şîdetê li zarokên Kurd dike, bi hemû hêmanên xwe yên ji aliyê polîsan ve hatine kirin sûcê êşkenceyê ye. Bê ceza hiştina sûc û sûcdarên wê û nemeşandina darizandinên bi bandor ne li gorî hiqûqa navneteweyî û ne jî ya navxweyî ye. Ev rêbaz diyardeya sîstema hiqûqê ya dualî ye ku yekser nîşan dide ku qanûn li gorî mirovan, erdnîgarî û bûyeran û ji bo armancên siyasî tê meşandin. Bi vê bêhiqûqiya ku wijdanê raya giştî diêşîne, nayê qebûlkirin ku sûcdar bêceza bên hiştin. Di encama darizandineke bi bandor de, pêwîst e biryarên ku cezayên pêwîst jî di nav de hene bên dayîn û failên êşkenceyê bê ceza neyên hiştin.

Wek HDP’ê; Li dijî polîtîkayên bêcezakirinê yên ku bi salan e li erdnîgariya Kurdistanê têne kirin, li dijî nixumandina êşkence û mirinan, em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.”