Êrîşên Tirkiyeyê li Amedê hatin şermezarkirin

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê, qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajovanê wesayîtê Firat Tûma ku li Qamişloyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûnq etilkirin, şermezar kir.

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê, têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajovanê wesayîtê Firat Tûma ku li Qamişloyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûnq etilkirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li Qada Şêx Seîd hat dayîn. Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlementerê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek, parlementer Mehmet Kamaç û Sînan Çîftyurek tev li daxuyaniyê bûn.

Beriya daxuyaniyê qad hat dorpêçkirin û polîsan nehişt HDP'î daxuyaniyê bidin. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê jî diyar kirin ku hinceta qedexekirinê nehatiye pêşkeşkirin û bertek nîşan dan. Piştî ku welatî hatin dorpêçkirin, 3 parlementeran daxuyanî da.

Parlementer Sînan Çîftyurek anî ziman ku ew komkujiya li Rojavayê bi tundî şermezar dikin û got: "Operasyonên derveyî sînor, êriş, dagirkerî û komkujî tu tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd nakin. Çareserî ne di êrişan, ne di dagirkeriyê, ne di ÎHA û ne jî di SÎHA'yan d eye. Bila serê gelê me û malbatan sax be."

Çîftyurek astengiya kêfî ya midûriyeta polîsan a Amedê şermezar kir û got: "Ev ne çalakiyeke derqanûnî ye. Em komkujiya li Rojavayê şermezar dikin."

Piştî daxuyaniyê dorpêçirin bi dawî bû.