Girtiyan li dijî tecrîd û zextan qawîş şewitandin

Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan qawîşa li Bloka Byê 2 caran şewitandin.

Hate diyarkirin ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê ji bo binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin şermezar bikin, di 15 û 19 Hezîranê de qawîa li bloka B’yê şewitandine. Hate ragihandin ku girtiyên ji dû bandor bûne birine revîrê. 

Yek ji parêzerê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê parêzer Onûr Can Aykût ê bi girtiyan re hevdîtin kir, piştrast kir ku li dijî polîtîkayên tecrîdê yên didomin, ragirtina girtiyên siyasî ya li blokên cuda û pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê, girtiyan 2 caran agir berdane qawîşên xwe.

Aykût, da zanîn ku piştî çalakiya hate kirin aktîvîteyên sporê û yên weke wê hatin rakirin û zext hatine zêdekirin. Aykût, anî ziman ku girtiyan ji wî re gotiye ku midûrê yekemîn ê girtîgehê pirsgirêk şexsî kiriye û gotiye “Heta ku ez li vir bim rewş nayê guherîn. Wê parêzer û malbat jî neyên.” Aykût, diyar kir ku hewldaneke dozgerê girtîgehê jî ji bo çareseriyê nîne û da zanîn ku daxwaznameyên giliyê ku girtî dişînin jî nayên bersivandin.

Tê payîn ku heyeta ku Hevserokên Şaxa OHD’ê yên Îzmîrê Şukran Ozturk û Velat Zeren û parêzer Halîl Coşkûn û Nehîr Bîlece tê de cih digirin, wê têkildarî binpêkirinên mafan bi girtiyan re hevdîtinê bikin.