Li sê rojnamevanê din doz hate vekirin
Rojnamevan Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar ji ber nerazîbûn nîşanî girtina hempîşeyên xwe yên di meha Hezîranê de hatibûn girtin dabûn, derbarê wan de doz hate vekirin.
Rojnamevan Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar ji ber nerazîbûn nîşanî girtina hempîşeyên xwe yên di meha Hezîranê de hatibûn girtin dabûn, derbarê wan de doz hate vekirin.
Di 16’ê Hezîran 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de gelek rojnamevan hatibûn destgîrkirin û ji wan 16 jê hatibûn girtin.
Dema rojnamevan Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar girtina hempîşeyên xwe protesto dikirin, polîsan êrîş bir ser, derb kirin û ew destgîrkirin.
Bi sedema ku girtina hempîşeyên xwe protesto kirine, derbarê rojnamevan Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar de bi îdiaya “Muxalefeta li Dijî Qanûna Hejmar a 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandanan” doz hate vekirin.
Li gorî nûçeya Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA); dozgerê ku lêpirsînê birêve dibe, îdianameya xwe temam kir. Dozger, di îdianameyê de ji bo rojnamevanan pênaseya “Şexsên li pey hev tên qadê” bi kar anî.
Îdianame ji hêla 71’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê ve hate qebûlkirin.