Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Senê çû serdana Emîne Şenyaşar
Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Senê Ahmet Keleş çû serdana Emîne Şenyaşar û got “Heta ku lêgerîna edaletê ya li vir bi encam nebe, mirov nikare li welat qala edaletê bike.”
Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Senê Ahmet Keleş çû serdana Emîne Şenyaşar û got “Heta ku lêgerîna edaletê ya li vir bi encam nebe, mirov nikare li welat qala edaletê bike.”
Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê berê yê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 823’yan de didome. Dayê Emîne Şenyaşar di destê sibehê de de ji mala xwe ya li Pirsûsê hate navenda Rihayê û li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir.
Emîne Şenyaşar li bariyerên qada weke “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê pênasekirin pankarta “Ev 5 sal in em edaletê dixwazin” hilayîst. Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê yên Çandinî û Baskê Daristanvaniyê (Tarim Orkan-Sen) Ahmet Keleş û endamên şaxa sendîkayê yên Rihayê hatin serdana Şenyaşar. Keleş di serdanê de axivî û wiha got: “Me gelek caran got ku heta encamek ji lêgerîna edaletê ya dayika Emîneyê dernekeve li vî welatî kesek nikare qala edalaet û hiqûqê bike. Em vê çalakiyê, vê seknê û vê têkoşîna edaletê silav dikin. Wê piştevaniya me ya bi malbatê re heta dawiyê bidome.”
Endamên sendîkayê piştî daxuyaniyê bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin.