Îdîanameyên derbarê rojnamevan Gok û Orûç hatin şandin

Îdîanameyên derbarê rojnamevan Abdûrrahman Gok û Mehmet Şah Orûç şandin dadgehê. Her du rojnamevan di dawiya meha Nîsanê de hatibûn girtin.

Serdozgeriya Komara Amedê derbarê Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok û rojnamevan Mehmet Şah Orûç îdîaname amade kir.

Îdîanameya derbarê Orûç ji Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn re; îdîanameya derbarê Abdûrrahman Gok jî ji Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn re hat şandin.

Hat ragihandin ku her du dadgehan îdîaname qebûl kirine. Tê payîn ku dadgeh rewşa girtinê ya girtiyan binirxîne.

Di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Amedê ve hatî destpêkirin, 25’ê Nîsanê bi ser gelek malan hatibû girtin.

Di serdegirtinan de Edîtorê MA’yê Abdûrrahman Gok, Nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer û nûçegihanê MA’yê rojnamevan Mehmet Şah Orûç, Mikaîl Barût û Remzî Akkaya bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” di 27’ê Nîsanê de hatibûn girtin.

Îdîanameya Canozer jî îro ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê ve hat qebûlkirin û biryara berdana wê hat dayîn.