Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Mersîn û Stenbolê çalakî lidar xist

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li dijî tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dairkeriyê li Mersîn û Stenbolê çalakî lidar xist.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li dijî tecrîda li Îmraliyê, êşkenceya li girtîgehan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava çalakî lidar xist.

'TIR'EKE BAYRAKTAR HATE ŞEWITANDIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li navçeya Tarsûsê ya Mersînê, di 17'ê Hezîranê de febrîqeyeke ocaxên tevgera taybet û hucreyeke kombûnê ya ocaxên tevgera taybet bû hedefa du yekîneyên wan.

Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de febrîqe bi temamî hate şewitandin û yek ji endamên ocaxên tevgera taybet di şerê li hemberî yekîneyên me de bi giranî birîndar bû.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di 18'ê Hezîranê de li ser rêya Mersîn-Edeneyê, TIR'ek tevî 15 wesayitên li ser hate şewitandin. Li gorî agahiyên ku yekîneyên me ji çavkaniyên xwecihî wergirtî, TIR û wesayitên li ser ên şîrketa Bayraktar bûn.

LI WESAYITA POLÎSAN HATE XISTIN

19'ê Hezîranê li Çatalca ya Stenbolê, yekîneyên me bi teqemenî û çekên ferdî li wesayita polîsên faşîst ên dewltea Tirk xistin. Di encama çalakiyê de yek ji polîsên dewleta Tirk ên di hundirê wesayitê de birîndar bû.

Piştî van çalakiyan, yekîneyên me bi rengekî ewle xwe vekişandin qadên ewle."