ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Gerîlaya KJAR'ê Elefteriya Gabar Cizîr destnîşan kir ku wê li ser xeta berxwedanê ya Şehîd Zîlan têbikoşin û got, "Hevala Zîlan nîşan da ku ti hêz nikare îradeya jinê bişikîne."
- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku nêzî milyonek û 100 hezar penaberên Sûriyeyî li herêmên wan e û destnîşan kir ku deriyê wan li penaberên din ên Sûriyeyî vekirî ye.
- Deştî Axa got, “Artêşa Iraqê nîva şevê davêjin ser malên xelkê sivîl ji bo ku ji tirsa dest ji zevî û malên xwe berdin, herêmê vala bikin û Ereb bi cih bibin.”