'Edaleta ku dereng were zilm e'
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên hatibûn qetilkirin 822 roj in di Nobeta Edaletê de ne got “Edaleta ku dereng were, zilm e.”
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên hatibûn qetilkirin 822 roj in di Nobeta Edaletê de ne got “Edaleta ku dereng were, zilm e.”
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar hatibû qetilkirin. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû di 9’ê Adara 2021’an de dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Nobeta malbatê di roja 822’an de didome. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî were ber edliyeyê û nobetê li mala xwe didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hesabên twîtterê yên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç û Wezareta Edaletê etîket kir û got “Dayik li pêşiya Edliyeya Rihayê ye, ez jî li meclîsê me. Em ê dev ji edaletê bernedin. Edaleta ku dereng were zilm e. Nebin şirîkê vê zilmê.”