Şenyaşar: Kesên tevdîr nestendine ji mirina Dakak berpirsyar in
Parlementerê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar bal kişand ser mirina bi guman a zarokê bi navê Abdulbakî Dakak (12) û diyar kir saziyên dewletê yên ku tevdîr nestendine, berpirs in.
Parlementerê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar bal kişand ser mirina bi guman a zarokê bi navê Abdulbakî Dakak (12) û diyar kir saziyên dewletê yên ku tevdîr nestendine, berpirs in.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Şenyaşar, bal kişand ser mirina bi guman a zarokê 12 salî Abdulbakî Dakak ku cenazeyê wî li rex medreseya qaçax a bi darê zorê şandibûnê, hate dîtin. Şenyaşar, bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Rihayê ku digot; “Xwe daliqandiye û kuştiye” û ev tişt anî ziman: “Divê jiyana mirovan li welatê me ewqas erzan nebe. Mafê jiyanê, mafê herî pîroz e. Divê kesên bûne sedema mirina vî zarokî û xemsariya wan tê de heye, li pêşberî darazê hesabê bidin.”
Bi domdarî Şenyaşar da zanîn ku li Rihayê bi dehan medrese hene ku nayên kontrolkirin û got “Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî û walîtî têkildarî mijarê gavên hewce naavêjin. Lewma jî ji vir û şûnde ji hemû bûyer û mirinên li van medreseyan çêdibin, yekser ew berpirsyar in. Weke parastvanên mafên mirovan em ê jî vê dozê ji nêz ve bişopînin.”
Şenyaşar, bi bîr xist ku di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî kargeha wan kirine û bav û du birayên wî qetil kirine. Şenyaşar, wiha domand: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek hate kirin. Li gel ku parêzbendiya kesê komkujî organîze kirî, teşwîq kirî û nehiştî hêzên ewlekariyê peywira xwe pêk bînin rabûye jî, hêj jî nehatiye girtin. Heta hêj îfadeyê wî jî negirtine. Li vê derê dîmenekî wesayîta polîsan heye. Kesê ji bo komkujiyê teşwîq dike, tevî xizmê xwe,wan wan araste dike. Piştî komkujiyê jî destên xwe dihêjîne û ji nexweşxaneyê derdikeve.”
Di berdewamê de Şenyaşar bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Her mirina li girtîgehan, cînayetek e. Têkildarî vê mijarê em careke din bang li Wezareta Dadê dikin. Divê têkildarî girtiyên nexweş tavilê sererastkirin were kirin û girtiyên nexweş bên berdan. Bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan û parêzerên di girtîgehan de li benda edaletê ne. Parlamenterek hêj niha jî di girtîgehê de tê ragirtin. Ev yek ji bo Tirkiyeyê şermeke hiqûqê ye. Min li ser deriyê odeya xwe ya li Meclisê edalet nivîsandiye. Deriyê me ji bo her kesê li ser vê xakê rastî bêedaletiyê tê, vekirî ye.”