FEDA: Êrîşa li ser Rojava li dijî me hemûyan e

FEDA'yê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Rejîma qesrê bi sûîqestê pêşengên gel dike hedef. Êrîşa li ser Rojava êrîşa li dijî me hemûyan e."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Dewleta Tirk piştî hilbijartinê êrîşên xwe yên dijhiqûqî yên li dijî hemû beşên civakê didomîne. Ligel êrîşên li dijî Elewiyan, di dewamkirina şerê xwe yê bêqanûn û qirêj ê li hemberî gelê Kurd de israr dike."

‘BI SÛÎQESTÊ RE PÊŞENGÊN GEL DIKE HEDEF’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Tevî ku PKK’ê di dema hilbijartinê de biryara bêçalakiyê dabû jî, lê dewleta Tirk êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û piştî gelek sûîqestên li dijî siyasetmedarên sivîl ên li Başûrê Kurdistanê, êrîşên xwe yên li hemberî Rojava dijwar dike û di nava operasyoneke nû ya dagirkeriyê de ye.

Rejîma faşîst a ku di serdema hilbijartinê de bi gelek êrîş û sûîqestan xwest îradeya gelê Kurd bişkîne, di 19’ê Hezîranê de bi balafirê bêmirov a bombebarkirî êrîşê wesayîta ku Hevseroka Rêveberiya Xweser a Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêwê û ajokar Firat Tûma têde ne kir û ew qetilkirin. Rejîma qesra faşîst hema her roj êrîşeke nû li êrîşên xwe yên li dijî şoreşa Rojava zêde dike, bi êrîşên sûîqestê pêşengên gel û şoreşê dike hedef û hewl dide vîna gel bişkîne.

Ev şerê qirêj û bêexlaq ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dide meşandin ne tenê şerê li dijî Kurdan e. Taybetmendiyên vî şerî li dijî hemû gel û baweriyên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dijîn e.

Îro eger Elewî nikarin baweriya xwe bi azadî bijîn, ev ji ber polîtîkayên şer, înkar û qirkirinê yên dewleta Tirk e. Ger îro li Kurdistan û Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan di bin lingan de bin, ev encama israra dewleta tekparêz a di şer de ye.

Ji ber vê yekê em Elewî, şerê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dide meşandin weke şerê li dijî xwe dibînin û bi tundî şermezar dikin.

Êrîşên li ser Rojava êrîşên li dijî gelê Kurd, Elewî û hemû mirovahiyê ye. Em bang li her kesî dikin ku li dijî vî şerê bêhiqûqî, bêqayde û bêexlaqî li dora maf, edalet û jiyana azad bibin yek.

Weke FEDA em bang li hemû beşên civakê û bindestan dikin ku li hemberî vî şerê qirêj, ji bo aştiyê bi awayekî herî xurt têbikoşin.”