Girtiyê nexweş ê 84 salî Ozkan dîsa nehate berdan

Daxwaza ji bo berdana girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî careke din hate redkirin.

Tuggeneral Bahtiyar Aydin di 22’yê cotmeha 1993’yan de li navçeya Lice ya Amedê hate kuştin. Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan jî di sala 1996’an de bi îdiaya kuştina Aydin li Mersînê hate destgîrkirin û li ser îfadeyên du şahidan hate girtin.

Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) Ozkan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” darizand û cezayê muebbetê lê birî. Danişîna 30’yemîn a doza Ozkan a di çarçoveya jinûve darizandinê de li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat lidarxistin.

Bi sedema ku pirsgirêk di Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) heye Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1’ê ya Ewlehiya Bilind beşdarî danişînê nehat kirin. Li eywana danişînê jî lawê Ozkan, Ahmet Ozkan, parêzerên endamên ÎHD’ê yên Edeneyê Yasemîn Dora Şeker, Yakup Ataş, Cahît Atak û Tugay Bek di danişînê de amade bûn.

Dozger xwest ku biryara rewşa înfaza Ozkan berdewam bike bê dayîn.

Parêzeran parastina miwekîlê xwe Ozkan kirin, bal kişandin ser rewşa wî û raporên ku Saziya Tiba Edlî (ATK) û nexweşxaneyan dane û xwestin înfaz ango cezayê wî bê taloqkirin û ji girtîgehê bê berdan û biryara beraeta wî bê dayîn.

Şandeya dadgehê daxwazên parêzeran ên berdan û sekinandina înfaza Ozkan red kir û biryar da ku Ozkan girtî bê darizandin û danişînê taloqî 9’ê Mijdarê kir.