Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di êrîşa herî dawî de ya 20'ê Hezîranê li Qamişloyê hate kirin, Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Firat Tûma şehîd bûn.
Koordînasyonê bi bîr xist ku êrîşa li dijî mirovahiyê li pêş çavên tevahiya cîhanê hatiye kirin û ev yek jî nîşan dide ku mejiyê DAÎŞ'ê yê barbar hîn jî li herêmê bi bandor e.
KCÊ-E'yê destnîşan kir ku DAÎŞ di şexsê rejîma faşîst a Erdogan de şênber bûye û got, "Rêveberiya azadîparêz û demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di dema qirkirinê de hemû derfetên xwe seferber kir û civaka Êzidî parast. Di heman demê de kedeke mezin da ji bo Şengal ji DAÎŞ'ê bê paqijkirin. Lewma dijminatiya li rêveberî û herêmeke bi vî rengî ji bo me kiryarên DAÎŞ'ê ye."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew hemû êrîşên li ser Xweseriya Rojava weke êrîşên yekser ên li dijî civaka Êzidî dibînin û hate gotin, "Lewma em bang li welatên bi bandor ên li herêmê û saziyên pêwendîdar ên navneteweyî dikin ku bi berpirsyarî rabin û ji bo pêşî li van êrîşan bigirin bikevin nava hewldanan."