ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş: Bila her kes heta êvarê dengê xwe bi kar bîne
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî ku dengê xwe bi kar anî daxuyaniyeke kurt da û ji bo welatekî aram û bi jiyaneke aştiyane, hêvî û bendewariyên xwe anî ser ziman. -
Ji Roboskî banga ji bo hilbijêran
Li bajarên Kurdistanê dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji saet 07:00 û pê ve destpê kir. Roboskiyan gotin 'bila dengên me ji aştî û biratiyê re bibe wesîle' û çûn ser sindoqan. -
Li Zurîchê meşa 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê
Li bajarê Swîsre Zurîchê, meşa 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat lidarxistin. Di meşê de şervanên YPG û YPJ'ê hatin silavkirin. -
Li Amed, Sêrt û Mûşê serdegirtina polîsan
Li navçeya Amed Sûrê, hilbijêrên ji bo dengdayînê hatin dibistanan, rastî tîmên tevgera taybet ên rûyê wan bi maske girtî, hatin. -
Li Colemêrgê leşker zextê li hilbijêran dike
Di saetên destpêkê yên dengdayînê de AKP'ê li Kurdistanê dest bi zextên xwe yên li Kurdistanê kir. -
Bi mîlyonan hilbijêr li ser sindoqan e
Bi mîlyonan hilbijêr, ji bo diyarkirina parlamenta serdema 26. a Tirkiyeyê, ji danê sibehê ve dest bi dengdayînê kirin. -
Li 4 navendan çalakiyên Kobanê
Li bajarên Elmanya Hannover û Freîbûrgê, li bajarên Îtalya Roma û Torîno, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. -
Erdogan li Venedîkê hat protestokirin
Li bajarê Îtalya Venedîkê, terora AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd dimeşîne hat protestokirin. -
Ji 7'ê Hezîranê û vir ve AKP'ê ev tişt anî serê welêt
AKP, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji ber derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê, desthilatdarî winda kir. -
Li Semsûrê dîmenên ku AKP bi pereyan dengan dikire derketin holê
Li navçeya Golbaşi ya Semsûrê dîmenên dema AKP’yî bi pereyan dengan dikirin derketin holê. -
Balûken: Amed Erdoganê ku xiyanet li wan kir baş nas dike
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken bersiva gotinên Erdogan ên "Zilam derketiye dibêje Amed. Amed çi ye? Çi dibe?" da û got "Amed çavên Ceylan Onkol e. Nîşana serketinê ya Aydin Erdem e." -
Bi beşdariya Serokdewletê berê nobeda Dayikên Şemiyê
Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbetê xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin cara 553. li Meydana Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de Serokdewletê berê yê Ûrûgûayê Jose Mûjîca jî amade bû. -
Balûken bang li hilbijêran kir: Dengê we ya wê bibe fîşek ya jî wê bibe tovê aştiyê
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Amedê Îdrîs Balûken, bi rêya ANF'ê ji bo hilbijartinên sibê bang li hilbijêran kir. -
Namzeta HDP'ê Ustun: Li dijî faşîzmê deng bidin HDP'ê
Namzeta HDP'ê ya Parlamenteriyê Prof. Dr. Ustun bang li aştîxwazan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê. Ustun diyar kir ku AKP û Erdogan dibêjin ew ê fermanên ji bo komkujiyan bidomînin û got, "1'ê Mijdarê ne dawî ye, destpêkeke nû ye." -
Berdevkê HDP'ê Bîlgen nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan da
Bîlgen got, "Eger agahî û îstîxbarat hatibe dayîn û tedbîrên pêwîst nayê girtin, wê çaxê rewşek hîn xetere heye." -
Nêzî 300 çavdêrên navneteweyî wê hilbijartinan bişopînin
Li ser banga HDP'’ê nêzî 300 çavdêrên siyasî yên navneteweyî wê sibe hilbijartinan bişopînin. -
Li Wanê lîsteyên nûkirî yên sindoqan ji HDP'ê re nayên dayîn
Li Wanê, Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê beriya hilbijartinên sibe divê lîsteyên nûkirî yên sindoqan bide HDP'ê, lê hînê nedaye. -
Li Mûş û Dîlokê xebatên hilbijartinê yên AKP'ê: 17 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên vê dawiyê de li Mûş û Dîlokê 17 kes hatin binçavkirin. -
Li Mersînê 7 kes hatin girtin
Li Mersînê, ji 22 kesên di serdegirtinên 28'ê Cotmehê de hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin. -
'Qerta Kesk' dane bombeyê zindî
Derket holê ku çeteyê DAIŞ'ê Savaş Yildiz ê bi gumanbariya bombeyê zindî piştî Komkujiya Enqereyê lê tê gerîn û bi nasnameya bi navê Hamza Tonbak digere, xwedî Qerta Kesk e. -
Erdogan HDP kir hedefa êrîşan
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê HDP hedef nîşan da. Erdogan got , ‘Eger li hember partiya tê zanîn çalakî pêk bên pirsnîşanê deynin.’ -
Li Qilabanê 3 kes hatin girtin
Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji 5 welatiyên hatin binçavkirin 3 welatî hatin girtin. -
Duyemîn ‘Civîna Sûriyeyê’ ya li Viyana jî bê encam ma
Duyemîn civîna Sûriyeyê ya li Viyana pêk hat bi dawî bû. Di civîna ku hat diyarkirin di hin mijaran de lihevkirin çêbûye, alî negihiştin lihevkirineke berbiçav. -
Mujica: Bi pirrengiyan serketin pêkan e
Serokkomarê berê yê Uruguayê Jose Mujica, di ziyareta Tirkiyeyê de bi endamên DÎSK'ê re hat cem hev û diyar kir ku bi parastina cudahiyan û biryarên hevpar serketin pêk tê. -
DYA ‘yekîneyên taybet’ dişîne Sûriyeyê
Hat ragihandin ku DYA ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê koordîne bikin wê hêzên taybet bişîne Sûriyeyê.