Balûken: Amed Erdoganê ku xiyanet li wan kir baş nas dike

Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken bersiva gotinên Erdogan ên "Zilam derketiye dibêje Amed. Amed çi ye? Çi dibe?" da û got "Amed çavên Ceylan Onkol e. Nîşana serketinê ya Aydin Erdem e."

Serokkomar Erdogan duh di bernameyek TV de gotibû "Zilam derketiye dibêje Amed. Amed çi ye? Çi dibe?" Li hemberî van gotinên Erdogan bertek berdewam dike. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken jî der barê daxuyaniyên Erdogan de li Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokê DBP'a Amedê Alî Şîmşek, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî tevlî civîna li avahiya Rêxistina Bajêr a DBP'ê bûn.

Balûken destnîşan kir ku Amed keleha berxwedanê ye û diyar kir ku axa Hayrî Dûrmûşan ên dema dikevin axê, bê ku li benda ti berjewendiyan bin li ser kevirê xwe yê gorê ‘deyndarê gelê xwe ye’ dinivîsînin, Amed e. Kesên ku ev mîrateya mezin a Amedê nizanin, kesên herî zêde zilm li Amedê kirine, kesên herî zêde xayintî pê re kirine ne. Wek Erdogan, hê duh hat vir û got, ‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e’ dema ji vî bajarî jî veqetiya îxanet kir. Amed kesên wiha ji nêz ve nas dike.”

BALÛKEN: AMED BAJARÊ KU DESTANA BERXWEDANÊ LÊ HATIYE NIVÎSANDINE

Balûken diyar kir zîhniyeta asîmîlasyonê ji aliyê Erdogan ve tê temsîl kirin û got, “Ev zîhniyeta qedexeker û înkar ker hê jî tên ziman em wek şermeke mezin a derbasî dîrokê bûye digirin dest. Em wek gelê Amedê vê şermezar dikin.”

Balûken anî ziman ku Amed bajarekî ku medenyet emanetî wê hatiye kirin axafina xwe wiha domand:      “Mixabin ji aliye kesên ku qîmetê vî emanetî nizanin hatiye xwestin ku ziman û çanda wê bê qedexekirin di dîroka me ya nêz de li hemberî kesên ziman û nasnameya me qedexe kirin ji aliyê Şêx Seîd efendî û kadroyên berxwedanê yên pêşeng ên Şêx Seîd, Amed bû bajarekî ku destana berxwedanê lê hatiye nivîsandin.”

Balûkan wêneyên dîrokî yên Amedê nîşanî çapemeniyê da û wiha axivî: “Kesên ku li van wêneyan binêrin wê bi hêsanî fêm bikin ku bê ka Amed ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn tê çi wateyê. Cihê ku zilm lê herî zêde çêbûye, di pêvajoya derbeyê de cihê ku gelan lê tovên azadiyê çandine, Amed e. Cihê ku Mazlûm Dogan bi sê darikên kibrîtê agirê berxwedanê dayê destpêkirin, Amed e.”

Balûken destnîşan kir ku Amed keleha berxwedanê ye û diyar kir ku axa Hayrî Dûrmûşan ên dema dikevin axê, bê ku li benda ti berjewendiyan bin li ser kevirê xwe yê gorê ‘deyndarê gelê xwe ye’ dinivîsînin, Amed e. Kesên ku ev mîrateya mezin a Amedê nizanin, kesên herî zêde zilm li Amedê kirine, kesên herî zêde xayintî pê re kirine ne. Wek Erdogan, hê duh hatin vir û gotin, ‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e’ dema ji vî bajarî jî veqetiya îxanet kir. Amed kesên wiha ji nêz ve nas dike. Her wiha Amed, kesên ku talîmata komkujiyê ya ‘jin jî be zarok jî be bikujin’ dane, baş nas dike. Amed, kesên ku ji mirovatiyê kêm jî be nesîbe xwe girtine dîtiye û dîroka li vir bêhn kirine, çavên masûm ên Ceylan Onkol e.”

‘BAJARÊ KU HÊRSA CENAZEYÊN BI ERDÊ RE TÊN KAŞKIRIN HILGIRTIYE”

Balûken diyar kir ku Amed, bajarekî hêrs û êşa ciwanên ku bedena wan bi erdê re tên kaşkirin û di nava kolanê de piştî înfaz dikin bi talîmatan serê wan jê dikin hilgirtiye û wiha berdewam kir: “Cihê ku lê gorên şehîdgehan ku bi vê feraseta înkar îmhayê balafirên şer dişînin ser û bi erdê re dikin yek û bi vê jî xwe serbilind dibînin, Amed e. Bajarekî ku kesên mizgeft û mala cem xera dikin nikarin derkevin nav gel, Amed e. Li hember tevahî ferzkirinên yekperest jî cihê kesên ku Farqîna dibêje ‘di pêvajoyê biryarê de ez ê bi xwe biryara xwe bidim’, ‘ez ê xwe bi xwe bi rê ve bibim’ anîn vî halî, lê nikarin derkeve kolanan, Amed e. Her wiha bi nivîsandina navên çeteyan ser dîwarê Sûrê hewl dan gel bitirsînin, lê cihê ku ew têk çûne ye, Amed.

‘AMED WÊ SIBÊ BERPIRSIYARIYA XWE YA DÎROKÎ NÎŞAN BIDE’

Balûken axaftina xwe wiha domand: “Kesên îradeya hevpar a gelan nas nakin dema her roj li hemberî balafirên şer kevokên aştiyê tên firandin, Amedê dibihîzin matmayî dimînin. Kesên ku di dilê xwe de ne dawerivandibin neçar man Amedê nas bikin. Bi vê boneyê em bang li tevahî gelên Amedê û Tirkiyeyê dikin ku bila berpirsiyartiya xwe ya dîrokî bi cih bînin. Sibê ji saet 07.00’an heta 16.00’an, bê ka berpirsiyartiya dîrokî li hember vê zîhniyeta înkarker çawa çêdibe, wê careke din bi cih bîne.”

...