Li Mersînê 7 kes hatin girtin
Li Mersînê, ji 22 kesên di serdegirtinên 28'ê Cotmehê de hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin.
Li Mersînê, ji 22 kesên di serdegirtinên 28'ê Cotmehê de hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin.
Li Mersînê, ji 22 kesên di serdegirtinên 28'ê Cotmehê yên operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin.
Ji binçaviyan 2 jê piştî lêpirsîna li emniyetê hat berdan, 20 jî derxistin pêşberî dozgeriyê.
Ûgûr Orak, Îsmaîl Ceylan, Abdulmelîk Poyraz, Nîzar Aka, Mehmet Kadîr Ayhan, Mehmet Koç û Çekdar Alptekîn bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "veşartina madeyên teqemeniyê" hatin girtin û ew şandin girtîgehê. 13 kesên din jî hatin berdan.