Li Mûş û Dîlokê xebatên hilbijartinê yên AKP'ê: 17 kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên vê dawiyê de li Mûş û Dîlokê 17 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Mûş Kopê, tîmên tevgera taybet û jendermeyan danê vê sibehê avêtin ser gundên Sîmo û Sûltanli. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Nasir Gollutekîn, Medenî Gollutekîn, Feyat Çîmenlî, Sadik Çakir, Mûrat Çakir, Tûfan Bîngol, Kadîr Bîngol, M. Salîh Karaçelîk û Veysî Kuçukdag hatin binçavkirin. 9 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Qereqola Jendermeyan.

LI DÎLOKÊ 8 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Dîlokê di operasyonên qirkirina siyasî de, tevî xebatkarên KJA'yê herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. Li navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîlê polîsan bi ser gelek malên li taxên Vatan, Beydîllî, Golluce, Gazîkent û Aydinlarê de girtin. Di dema serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û gelek wesayîtên zirxî li taxan hatin bicihkirin. 

Di serdegirtinan de xebatkarên KJA'yê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Ji binçaviyan navên hin kesan ev in: Xebat Gengeç, Osman Gumuş, Bîrten Ado, Seyfettîn Yildiz, Mûstafa Tûnç, Rabîa Ozer, Salîh Bîrîşîk û Îbrahîm Olcay. Hate hînbûn ku serdegirtin didomin û di dema serdegirtinan de polîsan bi gotina "em ê guleyan li we bireşînin" gef li welatiyan xwarine.