Duyemîn ‘Civîna Sûriyeyê’ ya li Viyana jî bê encam ma
Duyemîn civîna Sûriyeyê ya li Viyana pêk hat bi dawî bû. Di civîna ku hat diyarkirin di hin mijaran de lihevkirin çêbûye, alî negihiştin lihevkirineke berbiçav.
Duyemîn civîna Sûriyeyê ya li Viyana pêk hat bi dawî bû. Di civîna ku hat diyarkirin di hin mijaran de lihevkirin çêbûye, alî negihiştin lihevkirineke berbiçav.
Li Viyanayê bi tevlîbûna Wezîrên Karên Derve yên DYA, Rûsya, Siûdi Erebîstan, Tirkiye, îran, Çîn, Iraq, Lubnan, Misir, Urdun, Qatar, Emîrtiyên Ereb ên Yekgirtî, Umman, Îngîltere, Fransa, Elmanya, Îtalya duyemîn civîna Sûriyeyê pêk hat.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi armanca ‘çareseriyeke siyasî” ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê re bê dîtin bi hewldana Rûsya û DYA hevdîtin pêk hatin. Hevdîtinên navneteweyî yên cara yekemîn e Îran jî tevlî dibe bi dawî bûn.
Rûsya, DYA, Tirkiye, Siûdî Erebîstan û Îran jî di nav de Wezîrên Karên Derve yên 17 welatan, Nûnera Bilind a Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropa Federîca Mogherînî, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra jî tevlî hevdîtinê bûn, hevdîtin 8 saetan berdewam kir. Piştî hevdîtinê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov daxuyanî da û got: “Der barê pêşeroja Esad de lihevkirinek çênebû. Bila Sûriye biryara vê bi xwe bide.”
Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry jî wiha axivî: “Der heqê pêşeroja Sûriyeyê de DYA pozîsyona xwe neguhert. Esad nikare Sûriyeyê bike yek.”
Nûnera Bilind a Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropa Federîca Mogherînî jî diyar kir ku di civînan de bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî dest bi pêvajoyek aştiyê kirin gengaz e, bingeh jî heye.