Ji 7'ê Hezîranê û vir ve AKP'ê ev tişt anî serê welêt
AKP, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji ber derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê, desthilatdarî winda kir.
AKP, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji ber derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê, desthilatdarî winda kir.
AKP, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji ber derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê, desthilatdarî winda kir. Vê yekê bandoreke neyînî li planên Serokkomar Erdogan ên li ser serokatiyê kir. AKP a ku ji sala 2003'an û vir ve hînî desthilatdariya bi tena serê xwe bûye, hezm nekir ku Kurdan û hêzên demokratîk bi rêya HDP'ê pêşî lê girt.
Hikûmeta demî, mehek heman piştî hilbijartinê, ji meha Tîrmehê û pê ve konsepta şer xist meriyetê û di vê çarçoveyê de dest bi bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê û qetilkirina gelê sivîl kir. Bombekirina qadên mîtîngê, êrîşên li hemberî xebatkar û avahiyên HDP'ê, operasyonên qirkirinên siyasî, ji bo serketina AKP'ê ya di hilbijartinên pêşwext de di çarçoveya plansaziyekê de hatin kirin. Kaşkirina cenazeyan li dû wesayîtên leşkerî jî nîşan dida ku AKP di vantalîzmê de dikare çiqasî zêdegaviyê bike. Ji xwe, cezakirina yên dîmen weşandine, ne yên ev hovîtî kirine, bi awayekî vekirî dihat wateya xwedîderketina li vê hovîtiyê.
Me çend ji bûyerên qetilkirina sivîlan ên di çarçoveya konsepta şer a AKP'ê re rû dan, dan ber hev...
KOMKUJIYA PIRSÛSÊ
Di 20'ê Tîrmehê de li Navenda Çandê ya Amara ya li navçeya Riha Pirsûsê, komên ji SGDF-ESP-BEKSAV ên ji bo avakirin û alîkariya însanî ya ji bo Kobanê daxuyanî didan çapemeniyê, saet di 11:45'an de rastî êrîşa bombeyî hatin. Di êrîşê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 104 kes birîndar bûn.
Komkujî ji aliyê çeteyê DAIŞ'ê yê ku destekê ji AKP'ê werdigire, Şeyh Abdurrahman Alagoz ê di 26.01.1995'an de li Semsûrê çêbû, hat kirin. Nasnameya Alagoz li cihê bûyerê hatibû dîtin.
Tinebûna wezîfedarên ewlekariyê, weke yek ji delîla rola dewletê ya di komkujiyê de di hişê mirovan de hat qeydkirin.
SILOPIYA: 3 SIVÎL HATIN QETILKIRIN
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, roja 7'ê Tebaxê li hemberî serdegirtina polîsan li Taxa Başakê xendek hatin kolandin û ji ber êrîşa polîsan a li hemberî van xendekan pevçûn derket. Di poevçûna li vir de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û polîsek mir.
DU ZAROKÊN LI FIRINÊ DIXEBITÎN
Li navçeya Agirî Giyadînê, di 13'ê Tebaxê de zarokên bi navê Orhan Arslan (16) û Mûhammed Aydemîr (15) û gerîlayê HPG'ê Îsmaîl Kaya bi nasnav Destan Serhad ê ku li cihekî din ê navçeyê bû û dûrî van her du zarokan bû, ji aliyê tîmên taybet ve bi awayekî bêdaraz hatin înfazkirin. Medyaya alîgirê AKP'ê ev zarokên 15-16 salî weke 'terorîst' nîşan da, lê belê bi saya lêkolînên rêxistinên civakî yên sivîl û vegotina şahidên bûyerê hat îspatkirin ku yên hatine qetilkirin zarokên li firinê dixebitîn bûn.
ÎŞKENCE LI GERÎLAYA JIN HAT KIRIN, SIVÎL HATIN QETILKIRIN
Li navçeya Mûş Gimgimê, roja 10'ê Tebaxê di şerê li ser rêya bejahî ya Gimgim-Mûşê de gerîla Kader Kevser Elturk bi nasnav Ekîn Wan bi birîndarî hat girtin. Dîmenên ku di şeva 15'ê Tebaxê de li medya civakî hatin weşandin nîşan didan ku li bedena tazî ya Elturk îşkence hatiye kirin. Li navçeyê, danê sibehê bi qedexeya derketina derve ya ji aliyê Walîtiyê ve hat îlankirin re şer giran bû û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî tespîtên heyeta ÎHD'ê, di êvara 16'ê Tebaxê û sibeha 17'ê Tebaxê de hêzên ewlekariyê mal û kargehên gel gulebaran kirin.
DI NAVBERA 21'Ê TÎRMEHÊ-30'Ê TEBAXÊ DE 48 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li gorî rapora ÎHD'ê ya li ser binpêkirina mafên mirovan ên di navbera 21'ê Tîrmehê-20'ê Tebaxê de, li 145 civîn û xwepêşandanan dest hat werdan. Di raporê de hat ragihandin ku 127 jê zarok, 5 jê rojnamevan/çavdêrên biyanî bi giştî 2686 kes hatin binçavkirin. Beşeke mezin a ji van kesan bi îdîaya endametiya KCK/PKK û rêxistinên çep hatin binçavkirin.
Hema hema her kesên hatin binçavkirin rastî îşkence û pêkanînên xerab hatin. Ji aliyê navend û şaxên ÎHD'ê ve hat tespîtkirin ku 213 kes bi giranî birîndar in.
Di heman rojan de 319 kes hatin girtin. Ji van 11 zarok bûn.
AKP a ku di polîtîkaya şer de israr dikir, nikarîbû xwe li daxwazên aştiyê rabigire. Li Stenbol û Amedê meşên aştiyê û Festîvala Sêrt/Dihê hatin qedexekirin.
Bi giştî 48 kesan di nava van rojan de jiyana xwe ji dest dan.
KOMKUJIYA ZERGELÊ
Komkujiya Zergelê ya 7'ê Tebaxê, girîng e di bin serenavekî din de bê nirxandin. Heyeta Partiay Demokratîk a Gelan (HDP) li gundê Zergelê yê Qendîlê lêkolîn kir û di encamê de ragihand ku di bomberdûmana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. HDP'ê encamên lêkolîna xwe weke raporekê bi raya giştî re parve kir û ragihand, ku ya hatiye bombekirin cih û warê sivîlan bû.
CIZÎRA BOTAN
Li navçeya Şirnex Cizîrê jî, bîlançoya terora dewletê ya navbera 4-12'ê Îlonê, her diçû giran dibû. Di nava 8 rojên qedexeya derketina derve de, ji ber êrîşên çekdarî û astengkirina xizmetên tedawiyê 22 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Di nava mirovên ji aliyê dewletê ve hatin kuştin de pitika 35 rojî, zarokên 10 û 14 salî jî hebûn. Ji ber ku destûra definkirina cenazeyan jî ji aliyê dewletê ve nedihat dayîn, dê û bavan cenazeyên zarokên xwe û xizmên xwe ji neçarî di sarincê de radigirtin. Vî dîmenî weke teşhîra hovîtiya AKP'ê cihê xwe di hişê mirovan de girt.
LI ELKÊ SIVÎL Û AJOKARÊ AMBÛLANSÊ HATIN QETILKIRIN
Li navçeya Şirnex Elkê, di sibeha 25'ê Îlonê saet di 05:00 de dengê çekan hat bihîstin. Di şerê çekdarî yê heta saet 12:00 dewam kir de topên hawanê yên artêşa Tirk li zêdeyî 10 malan ketin, 5 mal ji ber gulereşandinê bû ku nema bên bikaranîn, şewitîn. Li gundê Sektarê ji ber topên hawanê yên fermandariya jendermeyan a navçeyê li mala wan ket, 3 kesan jiyaan xwe ji dest dan, 2 kes bi giranî birîndar bûn.
Ambûlansa ku ji midûriyeta nexweşxane û lezgîn a 112 hat xwestin, dema 15-20 metre nêzî nuqteya polîsan bû, ji aliyê polîsan ve hat gulebarandin û di encamê de ajokarê wê Şeyhmûs Dûrsûn jiyana xwe ji dest da.
GULE BERDANÊ, DÛRE DESTÊN WÎ BI KELEPÇEYÊ GIRÊ DAN Û LI BENDA MIRINA WÎ SEKINÎNIN
Li navçeya Şirnex Cizîrê, roja 29'ê Tîrmehê zarokê bi navê Hasan Nerse yê 17 salî rastî gulereşandina hêzên ewlekariyê yên dewletê hat. Derket holê ku polîsên gule li Nerse reşandin, piştî bi giranî birîndar bû destên wî ji pişt ve bi kelepçeyê girê dan û li bendê man heta Nerse jiyana xwe ji dest bide.
LI FARZÎNÊ 700 POLÎS-LEŞKER DERKETIN OPERASYONÊ Û SIVÎL QETIL KIRIN
Li navçeya Amed Farqînê, di 18'ê Tebaxê de terora dewletê dewam kir. Ji saet 01:00 û pê ve bi awayekî bê dawî derketina derve hat qedexekirin. Heman piştî qedexeyê, bi veguhestina hêzên çekdar, tank û wesayîtên zirxî yên ji derveyî navçeyê re, 700 hêzên ewlekariyê yên dewletê li navçeyê dest bi operasyonê kirin.
Di encama vê terora dewletê ya li navçeyê de Serhat Bîlen ê 25 salî, Hanîfe Dûrak a 80 salî û Veysî Toraman ê 60 salî jiyana xwe ji dest dan.
KOMKUJIYA ENQEREYÊ
Li Enqereyê di 10'ê Cotmehê de li ser banga KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê, bi beşdariya rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û welatiyan re aht xwestin Mîtînga Ked, Demokrasî û Aştiyê were lidarxistin. Komîteya Amadekar a Mîtîngê serî li Walîtiya Enqereyê dabû, jê destûr wergirtibû û rê û rêbazên pêkanîna vê mîtîngê ji Walîtiyê re ragihandibû. Beşdarên xwepêşandanê yên ji derveyî Enqereyê bihata wê li ber Gara Navendî biciviyan, kortej ava bikira û saet di 10:00 de ber bi Meydana Sihhiye ve bimeşiya. Piştî ku hemû xwepêşandêran xwe gihandin Meydana Sihhiye wê mîtîngê destpê bikira.
Xwepêşandêrên ji bo xwepêşandanê li ber Garê civiyan, 10 deqe piştî destpêkirina meşê saet di 10.10'an de li kolana pêşiya Garê cihê kombûnê, 50-60 metre ji hev dûr, 2 bombeyên sabît 3 saniye li dû hev hatin teqandin. Li gorî şahidên bûyerê êrîş ji aliyê du bombeyên zindî ve hat kirin.
Di êrîşa bombeyî de zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo pêşîgirtina li vê bûyera binpêkirina giran a mafê jiyanê, dewletê ti wezîfey bi cih neanî. Ji xwe agahî dûre derket holê ku di komkujiyê de rola xwe jî heye.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, der barê hevdîtineke xwe ya bi dozgerê lêpirsînê re, agahî da ANF'ê. Balûken diyar kir ku dozger ji wan re gotiye ku kesên pêwendiya xwe bi komkujiyê re hene, ji aliyê yekîneyeke dewletê ve hatiye revandin.
DÎLEK DOGAN
Li Kuçukarmûtlû ya Sariyer a Stenbolê, Dîlek Dogan di sibeha 18'ê Cotmehê de, di operasyona qaşo 'bombeya zindî' de ji aliyê hêzên polîsan ve li mala xwe hat birîndarkirin. Dîlek Dogan a bi giranî birîndar bû piştî hefteyekê jiyana xwe ji dest da.
TECRÎD DEWAM DIKE
Tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo biratiya gelan ked û fedekariyeke mezin dike, ji 7'ê Hezîranê û vir ve dewam dike. Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an, malbat ji 6'ê Cotmeha 2014'an û heyeta HDP'ê jî ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve nikarin Ocalan bibînin.
OPERASYONÊN QIRKRINA SIYASÎ
Di operasyonên qirkirina siyasî yên piştî 7'ê Hezîranê destpê kirin de, bi qasî 700 HDP'yî û DBP'yî hatin girtin. Di nava kesên hatin girtin de Hevşaredar û gelek zarok hene. Di nava vê pêvajoyê de zêdeyî 2000 kes hatin binçavkirin.
ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ AVAHIYÊN HDP'Ê
Mîna beriya 7'ê Hezîranê piştî hilbijartinê jî avahiyên HDP'ê rastî gelek êrîşan hatin. Li gelek bajar û navçeyan êrîşên faşîstan di bin kontrola AKP'ê de hatin kirin. Di 8'ê Îlonê de li hemberî navenda giştî ya HDP'ê êrîşeke faşîst hat kirin, avahî hat şewitandin.
TURKDOGAN: DIXWAZIN PARTIYEKÊ BIXIN REWŞEKE WELÊ KU NIKARIBE KAR BIKE
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turdogan di daxuyaniya xwe ya ji bo ANF'ê de got, "Çawa ku di dema operasyonên 'KCK'ê de yekser zexta dadgeriyê li partiyeke siyasî hat kirin, em niha bi rewşeke ji vê girantir re rû bi rû ne. Hevşaredar, rêveberên bajar û navçeyan tê girtin. Operasyonên polîsan bi rêbazeke welê tê kirin, ku dixwazin partiyekê bixin rewşeke nikaribe bixebite. Bi taybetî mirovên kar dimeşînin tên girtin."
HIŞYARIYA WÊ 'DARBE' PÊK WERE
Turkdogan da xuyakirin, ku eger AKP û Erdogan vê helwesta xwe ya neqebûlkirina encamên hilbijartinê bidomînin, dibe ku darbe pêk were û ev nirxandin kir:
"Di 1'ê Mijdarê eger hurmet ji vîna parlamentê re bê nîşandan, hikûmet bê avakirin û biryardariya çareseriya siyasî bê nîşandan, hingî pêşî vekiriye. Lê belê eger ev neyê kirin, wê dawiya vê rewşê darbe be. Ji ber ku em di demeke welê de ne ku binpêkirinên gelekî giran ên mafên mirovan û kuştina sivîlan rû didin de, dijîn. KCK bêçalakîtiyê îlan dike, lê dewlet operasyonên xwe didomîne. Gefê li Rojava dixwe. Em bi rewşeke şer re rû bi rû ne.
Ya parlament wê dest deyne ser rewşê û bêje 'sîstemeke me ya destûra bingehînî heye, saziyên navneteweyî yên em endamên wan e, hene' û wê pê bihese ku pirsgirêka Kurd bi rêya siyasetê çareser dibe, yan jî wê darbe pêk were. Gotina 'mekanîka darbeyê' ya Birêz Ocalan her tim bilêv dike, belasebep nîne.
Xuya ye wê di 1'ê Mijdarê de HDP zêdeyî ji sedî 13 ê dengan werbigire. Eger vîneke bi vî rengî derkeve holê, wê ti partî nikaribe bi tena serê xwe bibe desthilatdar. Lê belê eger pêvajoyek dişibe ya 7'ê Hezîranê careke din bînin serê welêt, eger Erdogan û Davûtoglû xwe têxin şûna leşkeriyê, hingî wê leşker rabe bêje 'ez heme' û dest deyne ser rêveberiyê.
'TIRKIYE BI HDP'Ê RE DIKARE RIZGAR BIBE'
Em qala welatekî welê dikin ku hem li hundir hem jî li derve ji ber ku gefê li Rojava dixwe û destekê dide cîhadperestan, neyekser be jî, tevlî şerê li Sûriyeyê bûye. Dema mirov di vê atmosferê de li pirsgirêkan binêrin, hingî tê dîtin ku serketina HDP'ê wê Tirkiyeyê rizgar bike."