Mujica: Bi pirrengiyan serketin pêkan e

Serokkomarê berê yê Uruguayê Jose Mujica, di ziyareta Tirkiyeyê de bi endamên DÎSK'ê re hat cem hev û diyar kir ku bi parastina cudahiyan û biryarên hevpar serketin pêk tê.

Serokkomarê berê yê Uruguayê Jose Mujica, di ziyareta Tirkiyeyê de bi endamên DÎSK'ê re hat cem hev û diyar kir ku bi parastina cudahiyan û biryarên hevpar serketin pêk tê.

Serokkomarê berê yê Uruguayê ku wekî Serokkomarê herî xizan tê binavkirin, lê Hevserokê Giştî yê HDP Selahattin Demirtaş wekî "Ew ne feqîr e, esil yê feqîr li welatê me ye" bi nav kir, Jose Mujica, li Şaxa Odeya Tabîbên Tirkiyeyê ya Stenbolê bi endamên DÎSK'ê re hat cem hev. Mujîca bi bernameya "Mujica bi karkeran re tê cem hev" karker ziyaret kir. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu, Wekîlê Stenbolê yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Berdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy jî di ziyaretê de cih girt. Bernameyê bi rêzgirtinê destpê kir. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko anî ziman ku li gorî raporên ÎTUK'ê her sal kuştina karkerên kar zêde dibin û herî zêde li Tirkiyeyê qezayên karkeran derdikeve pêş, Mujica û Serokê Federasyona Sendîkayan Fernando Mario jî axaftin kirin.

Mujica anî ziman ku welatê wan di têkoşîna li dijî metingeriyê de hat avakirin û wiha got: "Li Cîhanê blokên herêmî hene. YE û DYA li Bakurê xwe blok ava kirine.  Em dizanin ku em bi tenê nikarin pêşeroja xwe ava bikin. Li Rojhilata Navîn şerên gelek mezin pêk tên. Di vê serdemê de welatek tenê nikare bibe hêz. Parçekirinek jî çêdibe. Ji bo vê yekê bi pirrengî û parastina cudahiyan û biryarên hevkar ancax serketin pêkan be.

Mujica, destnîşan kir ku pêwiste çepgir li dijî rastgiran bibin yek û nîqaşên navxweyî bi dawî bikin. Serokê Federasyona Sendîkayan Fernando Mario anî ziman ku tiştê herî xweş gelek bi destê xwe pêşeroja xwe diyar bike ye. Mario xwest zanibin ku ew bi hev re ne û muttefikin.