Berdevkê HDP'ê Bîlgen nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan da

Bîlgen got, "Eger agahî û îstîxbarat hatibe dayîn û tedbîrên pêwîst nayê girtin, wê çaxê rewşek hîn xetere heye."

Berdevkê HDP'ê Bîlgen nerazîbûn nîşanî gotina "Eger êrîş li hemberî partiya tê zanîn bê kirin, hingî bi gumanbarî lê binêrin" a Erdogan da û got, "Eger agahî û îstîxbarat hatibe dayîn û tedbîrên pêwîst nayê girtin, wê çaxê rewşek hîn xetere heye."

HDP a ku di komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê de gelek rêveber û endamên wê jiyana xwe ji dest dane, di her kêliyê de dibe hedefa gefên dewletê. Heta niha tu bûyer û êrîşên li hemberî HDP'ê nehatine ronîkirin û tevî vê yekê rayedarên hikûmet û dewletê ji bo pêşiya vê yekê bigirin tu tişt nekirine û her tim hewl dan HDP'ê sûcdar derxin. Herî dawî Serokkomar Erdogan bal kişand ser HDP'ê û gotina "Eger êrîş li hemberî partiya tê zanîn bê kirin, hingî bi gumanbarî lê binêrin" bilêv kir. Erdogan bi vê gotina xwe re pirsa 'gelo fermana êrîşa li hemberî HDP'ê dide' xist hişê mirovan.

Berdevkê partiya HDP'ê Ayhan Bîlgen nerazîbûn nîşanî van gotinên Erdogan da.

Bîlgen diyar kir ku ev gotinên Erdogan bêtehemuliya wî ya li hemberî partiya siyasî nîşan dide. 

Bîlgen anî ziman ku divê haya Erdogan ji gotinên xwe yên li hemberî partiyên siyasî hebe û got: "Nêzîkatiya ku kayyûmê dişîne televîzyonan û piştî vê yekê bi heman mejî û rêbazê hewl dide mudaxale bike." Bîlgen diyar kir ku gotinên Erdogan xeteriya rewşê vedibêje û wiha pê de çû: "Eger li holê agahdariyeke cidî tine be, ji bo tirsê biafirîne gotinên bi vî rengî bi kar anî be, li wir rewşeke xetere heye. Eger îstîxbarat û agahî hebe û tedbîra wê nagirin, ev yek xeteriyeke mezintir e. Di her du rewşan de jî tê dîtin ku xeteriyeke mezin li holê heye."