Erdogan HDP kir hedefa êrîşan
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê HDP hedef nîşan da. Erdogan got , ‘Eger li hember partiya tê zanîn çalakî pêk bên pirsnîşanê deynin.’

Erdogan ê komkujiya Enqereyê şîrove kir hewl da DAIŞ’ê bêguneh nîşan bide.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê di bernameyeke televîzyona girêdayî xwe de axivî bêndewariyên xwe yên têkildarî hilbijartinên 1’ê Mijdarê dubare kir. Erdogan di piraniya axaftina xwe de HDP kir hedef û beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê nîşana êrîşan da. Erdogan got , ‘Eger li hember partiya tê zanîn çalakî pêk bên pirsnîşanê deynin.’
Erdogan got ku wê HDP bi xwe êrîşî xwe bike û di vê mijarê de agahî ji wan re hatine.
DAIŞ BÊGUNEH NÎŞAN DA
Erdogan li hember daxuyaniya Serdozgeriya Enqere ya ''Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê DAIŞ kiriye” nerazîbûn nîşan da. Erdogan got: “Li vir eger mirov bala xwe bidiyê weke bûyerên berê timî xwestin bi ser DAIŞ de biçin û PKK’ê pak derxin.”