Namzeta HDP'ê Ustun: Li dijî faşîzmê deng bidin HDP'ê

Namzeta HDP'ê ya Parlamenteriyê Prof. Dr. Ustun bang li aştîxwazan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê. Ustun diyar kir ku AKP û Erdogan dibêjin ew ê fermanên ji bo komkujiyan bidomînin û got, "1'ê Mijdarê ne dawî ye, destpêkeke nû ye."

Namzeta HDP'ê ya Parlamenteriyê ya Herêma 3. a Stenbolê Prof. Dr. Ustun bang li aştîxwazan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê. Ustun diyar kir ku AKP û Erdogan dibêjin ew ê fermanên ji bo komkujiyan bidomînin û got, "1'ê Mijdarê ne dawî ye, destpêkeke nû ye."

Namzeta HDP'ê ya Parlamenteriyê ya Herêma 3. a Stenbolê Prof. Dr. Beyza Ustun ji ANF'ê re axivî.

Prof. Dr. Ustun ku yek ji damezrînerên HDK û HDP'ê ye diyar kir, ku HDK-HDP qada herî rast a têkoşînê ye û got, "Bi vê têkoşînê re, di dil û mejiyê min de di navbera Rojavayê Tirkiyeyê û Kurdistanê de pirek ava bû û ez bawerim ku êdî baştir bûyerên diqewimin fêm dikim. Bi dayîna piştgiriyê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û bi mezinkirina têkoşînê re hewl didim xwe bigihîne armanca azadî û aştiyê."

ERDOGAN PEYAMA 'DEWAMKIRINA KOMKUJIYAN' DIDE

Prof. Dr. Ustun bal kişand ser komkujiyên di çarçoveya konsepta şer a piştî 7'ê Hezîranê li Bakurê Kurdistanê de hatin kirin û got, "Duh Serokkomar di bernameya televîzyonekê de rabû got, ku encama hilbijartinê çi dibe bila bibe ew ê konsepta şer bidomîne. Yanî bi awayekî vekirî peyama 'em ê komkujiyan bidomînin' da. Hînê gefê dixwe. Medyaya ku van komkujiyan aşkera dike tê girtin, derb li kedkarên tê xistin û mirovên weke Dîlek û Gulay li malên xwe tên înfazkirin. Ev gotinên Serokkomar tê wateya 'eger ji hilbijartinê koalîsyon jî derkeve, ez ê vîna gel qebûl nekim'. Bifikirin ku kesekî van gotinan bilêv dike, dibe xwedî erka serokatiyê û pereyekî zêde yê sergirtî ku bi baca gel tên berhevkirin, bi kar tîne. Di ser re bi desteka partiyeke dizek û qetlîamker vê yekê dike."

Ustun anî ziman ku ne pêkane êdî ev rewş bidome û destnîşan kir ku 1'ê Mijdarê ji bo destnîşankirina vîna gel, demeke girîng e."

'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM DENGÊ XWE BIDIN AŞTIYÊ'

Ustun ev bang li hilbijêran kir:

"HDP bi awayekî gelekî zelal û vekirî hêviya jiyana bi hev re mezin dike. Dibêje ku jiyaneke din a ku jin lê nayên kuştin, karker bi awayekî ewle dixebite, pêkane û vê yekê jî bi jin û karkeran re bilêv dike. Jiyaneke nû pêkan dike. Ev hêvî AKP'ê aciz dike. Ji ber vê yekê ez bawerim ku gel wê di vê hilbijartinê de careke din vîna xwe nîşan bide û li dijî faşîzmê, dengê xwe bide aştiyê."