Li 4 navendan çalakiyên Kobanê
Li bajarên Elmanya Hannover û Freîbûrgê, li bajarên Îtalya Roma û Torîno, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Elmanya Hannover û Freîbûrgê, li bajarên Îtalya Roma û Torîno, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Elmanya Hannover û Freîbûrgê, li bajarên Îtalya Roma û Torîno, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.
FREÎBÛRG
Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Komuna Jinê ya Nûda, Komîteya Piştigiriya Kurdistanê ya Freîbûrgê, Dîe Lînke, Antîfa û MLPD ve hat organîzekirin û ji bajarê Freîbûrg, Lahr, Kehl, Mullheîm û Offenbûrgê bi sedan kes beşdar bûn.
Li dû meşa ji Kartoffelplatze ber bi navenda bajêr ve, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li dijî komkujiyên DAIŞ'ê û hevkarên wê, berxwedana herî mezin bi pêşengiya YPG û YPJ'ê hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serketina li Kobanê ya li dijî çeteyan bi tîpên zêrîn li rûpelên dîrokê hatiye nivîsandin. Di çalakiyê de her wiha operasyonên li Elmanyayê yên li dijî siyasetmedarên Kurd hatin şermezarkirin û wêneyên siyasetmedarên Kurd ên girtî, hatin hilgirtin.
Girseya gel piştî daxuyaniyê careke din vegeriyan Kartoffelplatzê û piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û şoreşê, bi xwendina sirûda 'Çerxa Şoreşê' bi dawî bû.
HANNOVER
Li bajarê Elmnaya Hannoverê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin. Di açalkiya li Kropcke de nûnerên PYD, YXK, NAV-DEM û MLPD'ê axivîn. Girseya gel di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Kobanê" qîriyan.
ROMA
Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li paytexta Îtalya Romayê bi beşdariya Kurdan û dostên wan meşek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de bi pankartên hatin hilgirtin re berxwedana Kobanê hat silavkirin û bal hat kişandin ser girîngiya tevlîbûna li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê.
Di meşê de nûnerên partiyên siyasî, komên jinan, komên anarşît û navendên çandê amade bûn.
Di axaftinên li çalakiyê de piştgiriya bi gelê Kurd re hat nîşandan û xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine îlankirin, hatin silavkirin.
TORÎNO
Li bajarê Îtalya Torîno jî, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li Corso Gîûlîoda stand aht vekirin. Girseya gel piştre heta Meydana Kastello meşiya. Bi qasî 300 kesên beşdarî meşê bûn dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Kurdistan", "Bijî Kobanê", "Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan" qîriyan.