Nêzî 300 çavdêrên navneteweyî wê hilbijartinan bişopînin
Li ser banga HDP'’ê nêzî 300 çavdêrên siyasî yên navneteweyî wê sibe hilbijartinan bişopînin.
Li ser banga HDP'’ê nêzî 300 çavdêrên siyasî yên navneteweyî wê sibe hilbijartinan bişopînin.
HDP'ê ku ji bo di 1’ê Mijdarê de hilbijartineke adil, zelal û demokratîk pêk bê banga, “Bibin çavdêrên siyasî” li raya giştî ya navneteweyî kir, bersiva xwe dît.
Nêzî 300 çavdêrên siyasî biryar girtin ku di serî de li Amed, Wan û Stenbolê li 19 bajaran sibe bên û hilbijartinan bişıopînin.
HEYETÊN ÇAVDÊR
Hin ji çavdêrên serbixwe yên navneteweyî yên ji parlamenter û aktîvîstên mafê mirovan ên piraniya wan ji Ewropayê tên ev in:
"Partiya Çep a Fransa, Partiya Komunîst a Fransa, Koma Keskan a Parlamentoya Ewropa, Parlamenterên Meclîsa Katalan, Partiya Aralar a Bask, Partiya Çep a Elmanya, Partiya AKEL a Qibris, Partiya Yekgirtî ya Parlamentoya Ewropa (GUE/NGL), Konfederasyona Sendîkayên Îtalya (COBAS), Partiya Sosyalîst a Norwec, Partiya Sor a Norwec, Partiya Gelan a Sosyalîst a Danîmarka, Partiya Sor-Kesk a Tifaqê ya Danîmarka, Partiya Demokrat a Sosyal Swêd, Partiya Çep a Swêd, ji Îngîltereyê nûnerên parêzer û civaka sivîl û ji rêveberiya Herêma Kurdistan a Iraqê nûnerên YNK’ê.”
Di nav heyetê de her wiha sendîkavan, rêveberên xwecihî, parêzer, rojnamevan, akademîsyen û xwendekar cih digirin.