Bi beşdariya Serokdewletê berê nobeda Dayikên Şemiyê
Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbetê xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin cara 553. li Meydana Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de Serokdewletê berê yê Ûrûgûayê Jose Mûjîca jî amade bû.
ANF
STENBOL
şemî, 31 kewçêrê 2015, 13:49
Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbetê xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin cara 553. li Meydana Galatasarayê hatin cem nev. Di çalakiyê de parkarta bi nivîsa "Kiryar diyar in, winda li ku ne" hate vekirin û wêne tevî qurnefîlan hat bilindkirin. Serokdewletê berê yê Ûrûgûayê Jose Mûjîca û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî tevlî çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê bûn. Ji ber eleqeya çapemeniyê bi xetereya îzdihamê Mûjica ji çalakiyê neçar ma zû veqete. Parlamenterên HDP'ê Sezaî Temellî, Huda Kaya û Pervîn Bûldan jî piştgirî dan çalakiya vê hefteyê.
'SEROKKOMARÊ WELATÊ ME CAREKÊ JÎ NEHAT SERDANA ME'
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de xwestin kiryarên Davût Alturkaynak ê 12 salî, Seyhan Dogan ê 13 salî, Nedîm Akyonê 16 salî, Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî, Abdurrahman Olcay ê 20 salî, Abdurrahman Coşkun ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî yên di 29'ê Cotmeha 1995'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatin binçavkirin û bi îşkenceyê hatin qetilkirin bên darizandin. Di çalakiyê de ewil hevsera Fehmî Tosûn ê di 1995'an de hate windakirin, Hanim Tosûn û dayika Mûrat Yildiz ê li Îzmîrê hate binçavkirin û windakirin Hanîfe Yildiz axivîn. Tosûn û Yildiz spasiyên xwe li Mûjîca yê hate serdana wan kirin û ev tişt gotin: "Em ev 20 sal in li vir in û rûdinên ev 20 sal in daxwaza edaletê dikin. Serokkomar û Serokwezîrê me careke jî dengê me nebîhist. Te dengê me bihîst, tu hatî serdana me. Em tenê edaletê dixwazin. Tiştekî din naxwazin. Heta edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe didomînin. Ev 553 hefte n em li vir li ber xwe didin. Serokkomarê welatê me careke jî nehat serdana me. Xwezî Serokkomarê me jî kesekî başbûya û bihata vê derê."
'HÛN JI GORAN ÇI DIXWAZIN?'
Piştî Dayikên Şemiyê, Tosûn û Yildiz biraziya Seyhan Dogan ê 13 salî yê li navçeya Kerboran a Mêrdînê hate qetilkirin Evîn Dogan axivî. Dogan bilêv kir ku Apê wê dema ku hatiye qetilkirin di emrê Wê de bûye û pirsa "we çima ew qetil kir?" pirsî. Dogan destnîşan kir ku wê nekariye canezeyê apê wê yê bi îşkenceyê hatiye qetilkirin binêre û gelekî xemgîn dibe û wiha got: "Me hestiyên apê min xist gorê. Rojên borî dema ku em çûn me dît gor hatiye texrîbkirin. We îşkence li apê min kir, piştre jî we gora wî xera kir. Hûn çi dixwazin?"
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ CHP'YIYAN
Piştî Dogan, birayê Seyhan Dogan, Kardî Dogan axivî. Dogan anî ziman ku di qatlîaman de navê CHP'iyekî derbas dibe û got ku bila CHP'î neyên çalakiya Dayikên Şemiyê. Dogan diyar kir ku tu hatina suda CHP'iyan li çalakiyê tuneye û nirxandina "Bila teqez CHP'î neyên vê derê. di qetilkirina xizmên me de destên wan jî heye" kir.
JI MALBATAN RE GOTIN ÇÛN ÇIYÊ
Di çalakiyê de peyam bi deng a ku Dayika Davût Altunkaynak (12) ê ku di îşkenceyê dîtî û jê re ava xwest Hayat Altunkaynak şandî hat guhdarkirin. Altunkaynak di peyama xwe de daxwaza edaletê kir û ji Mûjîca yê tevlî çalakiyê bû jî spasî kirin. Piştre daxuyaniya hefteyê Xwîşka Hayrettîn Eren Îkbal Eren xwend. Eren diyar kir ku di 29'ê Cotmeha 2015'an de li Kerboranê 7 kesên qazîkirin qereqolê piştî îşkenceyên giran hatin qetilkirin û ji kesên hatin qetilkirin hestiyên 5 kesan hatin dîtin lê hêj hestiyên 2 kesên din nehatin dîtin. Îkbal anî ziman ku ji malbatên çûn qereqolê pirsa zarokên xwe kirin re gotin "Piştî lêpirsînê me serbest berdan" piştî malbatan nerazîbûnên "Eger we serbest berdaban wê hatiban malê" nîşan dan vê carê jî gotin "çûn çiya"
GILÎ BÊ ENCAM MAN
Îkbal da zanîn ku serlêdanên malbatan ên suc ên têkildarî bûyerê de bê encama man û wiha got: "Di 6'ê Adara 1996'an de cenazeyê Suleyman Seyhan di bîrekê de serê wê pê ve t,neyî hat dîtin. Li ser israra ÎHD'ê û malbatan di salên 2012-2013'an de kolandin pêk hatin û hestiyên Mehmet Emîn Aslan, Seyhan Dogan, Abdurrahman Çoşkun û Abdurrahman Olcay hatin dîtin. Li gundê Ûlaş ê navçeya Kerboranê yê Kerboranê jî di meha nîsana 2015'an de di şikeftekê de hestiyên ayîdî Davût Altunkaynak û Nedîm Akyon hatin dîtin û aşndin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Li ser şopandina ÎHD'ê piştî 19 salan Serdozgeriya Komarê ya Midyadê gilîname amade kir û der barê Fermandarê Jendermeyan ê Mêrdînê Hurşît Îmren û Fermandarê Jendermeyanê Kerboranê Mehmet Tîre jî di nav de 20 kes jî heyî bi sûcdariya "ji yekî zêdetir bi zanebûn mirov kuştin" doz vekir."
Îkbal anî ziman ku di rêgezên hiqûqê de peywira berê xwe bidin dozekê ayîdî dadgeha sûc lê pêk hatî ye û doza hate vekirin ji Midyadê bi hinceta "ewlehiyê" sewqî Semsûrê hate kirin û mafên mexduran ên di peymanên navneteweyî de hatin parastin hatin binpêkirin. Îkbal da zanîn ku yekemîn rûniştina dozê di 1'ê Mijdara 2015'an de li Semsûrê di bin dorpêça polîsan de pêk hat û wiha pê de çû:"Dadgehê di rûnşitinê de hemû rêgezên hiqûqê binpêkirin û daxwaz kiryarê bên rûniştinê îfadeyan bide red kir, daxwaza neqilkirina dozê red kir û kiryar bi riya SEGBÎS'ê îfadeyan bidin biryar da. Bi vê biryarê dadgehê sûcên li hemberî mirovahiyê pêk hatin derbixe holê û kiryaran ceza bike tu daxwaza wê tuneye."
'BILA KIRYAR BÊN CEZAKIRIN'
Îkbal got "Em bi guman in ji ber ku di dozên din de peywirdarên dewletê hatin beretkirin û di dozên din ên windahiyan de heman biryar hatin dayîn. Di van dozan de gumana me ya dadgeh heman biryaran bide heye. Em dixwazin ev bibe gavekî bi paşerojê re rû bi rû bên be. Em dixwazin ev doz li hemberî bêcezabûnê bibe gavek. Em dixwazin di vê dozê de dadger û edaletê pêk bînin. Em dixwazin kiryar bên cezakirin."