Bi mîlyonan hilbijêr li ser sindoqan e
Bi mîlyonan hilbijêr, ji bo diyarkirina parlamenta serdema 26. a Tirkiyeyê, ji danê sibehê ve dest bi dengdayînê kirin.
Bi mîlyonan hilbijêr, ji bo diyarkirina parlamenta serdema 26. a Tirkiyeyê, ji danê sibehê ve dest bi dengdayînê kirin.
Bi mîlyonan hilbijêr, ji bo diyarkirina parlamenta serdema 26. a Tirkiyeyê, ji danê sibehê ve dest bi dengdayînê kirin.
Li bajarên Kurdistan û Derya Reş li 32 bajaran hilbijêr saet di 07.00'an dest bi dengdayînê kirin û li van bajaran wê saet di 16.00'an de dengdayîn bi dawî bibe. Li bajarên rojava jî dengdayînên saet di 08.00'an de destpê kir û heta saet di 17.00'an berdewam bike.
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê 54 milyon û 49 hezar û 940 hilbijêr hene. Di 7'ê Hezîranê de çûyîna rêjeya li ser sindoqan ji sedî 83.92 bû û ev rêje herî zêde ya di salên dawî bû. Li bendê ye ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê zêdetir be. Li aliyê din li derveyî welat rêjeya tevlîbûnê gihîşt ji sedî 42.3'yan û li gorî 7'ê Hezîranê ji sedî 5,47 zêde bû.
Li derveyî welat dengdayîn bi dawî bû lê li gumrikan dengdayîn heta saet 17.00'an wê bidome.
Tevî gotinên Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yê "wê kes li ser sindoqan nesekine" û nivîsa fermî ya ji bo hin herêman hatiye şandin a "Oy ve otesî wê li ser sindoqan nemînin" jî hilbijêr û çavdêr wê tevahiya rojê li ser sindoqan bin. Li gorî YSK'ê namzet û çavdêrên partiyên siyasî, namzetên serbixwe û çavdêrên wan dikarin bikevin qadên ku deng tên bikaranîn.
Ji bo roja hilbijartinê qedexeyan jî destpê kir. Serê sibehê saet di 06.00'an de qedexeyên wekî "firota vexwarinên bi alkol" "girtina cihên kêfê" "ji bilî peywidarên emniyetê çek negirtin" wê heta saet 24.00'an berdewam bike.
Radyo û hemû weşan heta saet 18.00'an wê têkîldarî hilbijartin û encamên hilbijartinan nûçe, texmîn an jî şîroveyan nikarin bikin. Di weşanan de saet di 18.00-21.00'an de ancax nûçe û teblîgên ji aliyê YSK'ê vê tên dayîn dikare bê weşandin.
Hemû weşan saet di 21.00'an de serbest bin lê eger YSK pêwîst bibîne beriya 21.00'an jî dikare weşanan serbest bihêle.