Demîrtaş: Bila her kes heta êvarê dengê xwe bi kar bîne

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî ku dengê xwe bi kar anî daxuyaniyeke kurt da û ji bo welatekî aram û bi jiyaneke aştiyane, hêvî û bendewariyên xwe anî ser ziman.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dengê xwe saet di 10:00 de li Sûltanbeylî ya Stenbolê bi kar anî. Demîrtaş piştî ku dengê xwe bi kar anî ev daxuyanî da:

"Hevalên hêja, îro ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê hilbijartineke gelekî girîng pêk tê. Hêvîdarım encamên ku ji hilbijartinên îro derkevin holê, wê ji bo tevahiya welêt bi xêr be. Ji bo welatekî bi jiyaneke aştiyane û aramiyê, bila encameke baş be. Kampanyayeke zor û zehmet bihurî. Me mirovên xwe ji dest dan. Hêvîdarim wê encamên derkeve holê, ji malbatên wan re bibe teselî. Bila her kes heta êvarê dengê xwe bi kar bîne. Bila encamên wê ji bo avakirina demokrasiyeke xurt, bi xêr be."