'Qerta Kesk' dane bombeyê zindî

Derket holê ku çeteyê DAIŞ'ê Savaş Yildiz ê bi gumanbariya bombeyê zindî piştî Komkujiya Enqereyê lê tê gerîn û bi nasnameya bi navê Hamza Tonbak digere, xwedî Qerta Kesk e.

Derket holê ku çeteyê DAIŞ'ê Savaş Yildiz ê bi gumanbariya bombeyê zindî piştî Komkujiya Enqereyê lê tê gerîn û bi nasnameya bi navê Hamza Tonbak digere, xwedî Qerta Kesk e.

Li gorî nûçeya rojnameya BîrGun, ji bo çeteyê DAIŞ'ê qerta kesk a ku dewlet ji bo alîkariyê dide xizanan werbigire, divê testa hatineyên xwe bide kirin.

Kesên ku testa hatineyan nedin kirin, nikarin Qerta Kesk bi awayekî rojane bi kar bînin. Li gorî agahiyên ku BîrGunê xwe gihandê, Savaş Yildiz ê ku li gorî daneyên emniyetê çeteyê DAIŞ'ê ye, di nava vê salê de ev test daye kirin û Qerta Kesk wergirtiye. Savaş Yildiz ê di sala 1983'an de li Edeneyê ji dayik bû, li gorî agahiyên ku Emniyetê beriya hefteyekê bi raya giştî re parve kir, bi nasnameyeke sexte ya bi navê Hamza Tonbak digere.

...