Li Wanê lîsteyên nûkirî yên sindoqan ji HDP'ê re nayên dayîn

Li Wanê, Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê beriya hilbijartinên sibe divê lîsteyên nûkirî yên sindoqan bide HDP'ê, lê hînê nedaye.

Li Wanê, Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê beriya hilbijartinên sibe divê lîsteya nûkirî ya sindoqan bide HDP'ê, lê hînê nedaye. Rêveberê HDP'ê yê Bajêr Necmî Kalçik da xuyakirin ku Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê timî serî li wan digerîne û naxwaze lîsteyên sindoqan radest bike.

Tevî hemû hewldan û serlêdanên rêxistinên HDP'ê yên Bajar û Navçeyan jî, Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê lîsteyên nûkirî yên sindoqan nade. Ev yek fikarên li ser rûdana hîleyan zêde dike.

'LÎSTEYÊN SINDOQAN NADIN ME'

Rêveberê HDP'ê yê Wanê Necmî Kalçik der barê mijarê de agahî da û got, "Desteya Hilbijartinê ya Bilind ji me re ragihand, ku ji ber yekkirina sindoqan û veguhastina sindoqan, lîsteyên nûkirî yên sindoqan nehatine amadekirin û lîste hînê radestî rêxistinên me yên navçeyan nekiriye. Ev muamele manîpulasyonek e û amadekariya ji bo hîleyên di hilbijartinê de ye. Em ê bibin şopdarên vê. Em xwedî wê hêzê ne ku vê pirsgirêkê ji holê rakin. Hemû rêveberên me yên bajar û navçeyan mîna hiqûqnasan perwerde dîtine."

'EM BANG LI GELÊ XWE DIKIN KU LI HEMBERÎ HÎLEYAN HIŞYAR BE'

Kalçik anî ziman ku di hilbijartinan de wê li Wanê 2019 sindoq bên danîn û got, "Bêguman em ê mafê her kesî biparêzin û nehêlin ku hîle bê kirin. Di vî warî de em ê ji hemû partiyan re bibin alîkar. Ji bo mafê kesî neyê xwarin, em ê bixebitin. Hemû ferdên gelê me mûşahîdên li ser sindoqan e. Eger li hîleyekê rast bên, divê yekser agahiyê bidin maseyên krîzê yên HDP'ê. Li van maseyê krîzê jî nêzî sed parêzer û heyetên ji Ewropayê hene. Divê çapemeniya azad di vî warî de hişyar û hesas be."