Balûken bang li hilbijêran kir: Dengê we ya wê bibe fîşek ya jî wê bibe tovê aştiyê
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Amedê Îdrîs Balûken, bi rêya ANF'ê ji bo hilbijartinên sibê bang li hilbijêran kir.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Amedê Îdrîs Balûken, bi rêya ANF'ê ji bo hilbijartinên sibê bang li hilbijêran kir.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Amedê Îdrîs Balûken, bi rêya ANF'ê ji bo hilbijartinên sibê bang li hilbijêran kir. Balûken bang li hilbijêran kir ku li dijî konsepta komkujî û darbeyê, dengê xwe bi kar bînin.
'DIVÊ GELÊ ME BERSIVÊ BIDE KONSEPTA KOMKUJÎ Û DARBEYÊ'
Balûken got, "Piştî berdêlên girîng û pêvajoyeke girîng a têkoşînê, em diçin ser sindoqan. Wê hilbijartineke dîrokî be. Ji ber encamên xwe, em bi hilbijartineke ji 7'ê Hezîranê girîngtir re rû bi rû ne. Di vê pêvajoyê de li Kurdistanê em rastî konsepta şer, li Tirkiyeyê rastî konsepta darbeyê ya siyaset asê kir, rastî komkujiyên li Pirsûs, Amed Enqere û êrîşên li dijî nirxên me yên pîroz hatin. Di serî de Cizîr li gelek herêmên Kurdistanê bi qexeya derketina derve re komkujî li sivîlan hat kirin. Gelê me wê sibe li hemberî van hemûyan di sindoqan de mesaja xwe bide tevhiya raya giştî ya cîhanê. Em ji gelê xwe dixwazin ku bi hesasiyeteke hîn mezintir biçe ser sindoqan. Divê nerazîbûna xwe û vîna xwe ya li dijî pêkanînên AKP'ê, di sindoqê de nîşan bide."
HIŞYARIYÊN JI BO EWLEKARIYA SINDOQAN
Balûken der barê ewlekariya sindoqan de bal kişand ser van xusûsan:
"Ketine nava hewldan û lêgerînên qirêj. Bi yekkirina gelek sindoqan re dixwazin li hin dibistanan girseyeke zêde kom bibe û bi guhertina saetê re jî, bike ku gelek mirov îmkanê nebîne dengê xwe bi kar bîne. Ji ber vê yekê li her bajarî, ji kêliya destpêkirina dengdanê û pê ve divê hilbijêr danê sibehê biçin ser sindoqan. Heta ku dengdayîn biqede, divê hevalên me yên ji partiyê, çavdêrên navneteweyî, komeleyên mafên mirovan, baro û rêxistinên civakî yên sivîl sindoqan bişopînin. Her wiha saetên jimartina dengan, saetên ku lêgerîna herî zêde ya dizîtina dengan e. Ji ber vê yekê divê gelê me jî vê pêvajoyê bişopîne û dema kêmasiyek dît yekser ji rêxistinên me yên bajaran û navenda giştî re ragihînin."
Balûken got, "Bila dilê gelê me rehet be; di vê hilblijartinê de wê zilm û polîtîkayên komkujiyê yên Erdogan û AKP'ê ku 13 sal in li ser gelên Tirkiyeyê ferz dikin, şerê ku dimeşîne, nelirêtî û dizîtiya dikin wê bi dawî bibin" û xwest ku heta encamên fermî bên aşkerakirin her kes bi dîsîplîneke mezin bixebitin, nekevin nava helwesteke xemsar.
BANGA LI HILBIJÊRÊN HÎNÊ BIRYARA XWE NEDANE
Îdrîs Balûken ji bo hilbijêrên ku dixwazin deng bi kar bînin lê hînê biryar nedane bidin kê ev bang kir: "Her dengekî neyê bikaranîn wê ji AKP'ê re were nivîsandin. Ev hilbijartin di dema pêş de ji bo tevahiya welêt hilbijartina diyarkirina şer an jî aştiyê ye. Bi vê hilbijartinê re wê biryara li ser dîktatorî yan jî pêşeroja demokratîk were dayîn."
Balûken diyar kir ku divê yên heta niha biryara xwe nedane, li gorî vê girîngiya dîrokî ya hilbijartinê biryara xwe bidin û got, "Her dengekî were dayîn ya wê mîna fîşekê li mirovan vegerin yan jî wê tovê aştiyê şîn bike. Ji be vê yekê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku dengê xwe bi kar bîne, xwedî li dengê xwe derkeve û encaman bişopînin."