Li Zurîchê meşa 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

Li bajarê Swîsre Zurîchê, meşa 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat lidarxistin. Di meşê de şervanên YPG û YPJ'ê hatin silavkirin.

Li bajarê Swîsre Zurîchê, meşa 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat lidarxistin. Di meşê de şervanên YPG û YPJ'ê hatin silavkirin.

Meş bi pêşengiya DEM-KURD'ê hat lidarxistin û li Helvetîaplatzê destpê kir. Tevî Kurdistaniyan nûnerên MLKP, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê, Aûfbaû, Der Fûlke, Tevgera Sosyalîst a Swîsreyê, BFS Jûgend Zurîch û dostên Kurdan amade bûn. 

Di meşa ku rastî eleqeyeke mezin hat de, belavokên bi serenavê "Piştgiriya Navneteweyî bi Kobanê re" hatin belavkirin. Girseya gel, piştî meşa li navenda bajêr li Helvetîaplatzê vegeriya û li vir mîtîngek pêk anî.

'LI KOBANÊ PÊVAJOYEKE FEDAÎ, PÊNGAVEKE DÎROKÎ PÊK HAT'

Li ser navê PYD'ê Zûhat Kobanê li mîtîngê axivî û hemû şervanên berxwedêr silav kir, banga piştgiriya bi Rojava re kir. Kobanê gotina Erdogan a 'Kobanê li ber ketinê ye' bibîr xist û destnîşan kir ku li hemberî vê bendewariya dijmin, kobanê û tevahiya gelê Kurdistanê tevî berxwedêrên azadiyê bi pêngava berxwedaneke dîrokî re Kobanê bi ser xistin.

Zûhat Kobanê ragihand ku li Kobanê pêvajoyeke fedaî û pêngaveke dîrokî pêk hatiye û destnîşan kir ku çar parçeyên kurdistanê û gelên cîhanê bi yek dengî gotine 'Her der Kobanê' ye.

Nûnerê PYD'ê bang li her kesî kir ku di avakirina Kobanê de cih bigirin û got, "Em Kobanêyeke welê biafirînin, ku hêjayî Kobanê be, hêjayî Arîn Mîrxanan, Peymanan be. Çawa ku li tevahiya cîhanê berxwedan hat destpêkirin, divê bi ruhê wê berxwedanê em di nava ji nû ve avakirina Kobanê de cih bigirin."

Kobanê da zanîn, ku bi serketina li Kobanê re li Bakurê Kurdistanê pêşî li serketina hilbijartinên 7'ê Hezîranê vebûye û got, "Çawa ku Kobanê bi serketina xwe re bû nîşaneyek li tevahiya cîhanê, li Tirkiyeyê partiya aştiyê HDP wê bi serketina di  hilbijartinan de bibe nîşaneyek li tevahiya cîhanê."

Mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.

...