Erdogan li Venedîkê hat protestokirin

Li bajarê Îtalya Venedîkê, terora AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd dimeşîne hat protestokirin.

Li bajarê Îtalya Venedîkê, terora AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd dimeşîne hat protestokirin.

Li Venedîkê, ciwanên ser bi Navenda Civakî ya Bakur, terora AKP'ê ya li dijî gelê Kurd, li pêşiya Rêyên Hewayî yên Tik şermezar kirin.

Ciwanan al hildan û der barê armanca çalakiya xwe de daxuyaniyek dan. Ciwanan gotin, "Ji bo piştgirîdayîna têkoşîna gelê Kurd, em vê çalakiyê dikin."

Hat ragihandin ku Erdogan, bi bilindkirina asta şîdetê re welat ber bi şer ve biriye.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku divê Îtalya têkiliyên xwe yên bazirganiyê boykot bike.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Ji Kurdistanê re Azadî", "Ji Rojava re Azadî" bi dawî bû.

...