Li Amed, Sêrt û Mûşê serdegirtina polîsan
Li navçeya Amed Sûrê, hilbijêrên ji bo dengdayînê hatin dibistanan, rastî tîmên tevgera taybet ên rûyê wan bi maske girtî, hatin.
Li navçeya Amed Sûrê, hilbijêrên ji bo dengdayînê hatin dibistanan, rastî tîmên tevgera taybet ên rûyê wan bi maske girtî, hatin.
Li navçeya Amed Sûrê, ku di dema qedexeya derketina derve de êrîş li hemberî gel hat kirin, li dibistanên hilbijêr dengê xwe bi kar bînin, polîsên tevgera taybet ên rûyê wan bi maske girtî, hatin bicihkirin. Tîmên tevgera taybet bi wesayîtên zirxî hatin ber dibistanên seretayî yên Yavûz Selîm, Suleyman Nazîf, Cemal Ylimaz Alparslan û Mardînkapi. Ev tîmên taybet li hewş û nava dibistanan digerin.
Li Sêrtê jî hilbijêrên danê sibehê saet di 07:00 de dest bi dayîna dengan kirin, rastî pêkanîna polîsan a li dijî qanûnê hatin. Li gelek dibistanên ku di nav de dibistanên seretayî yên Mevlana û Fatîh, Lîsteya 1 Eylun Anadolû hene, polîs bi awayekî derveyî qanûnî kaxiza hilbijêran û nasnameyên wan kontrol dikin.
Li aliyê din, nîvê pisûlayên dengan ên Lîseya Îmam Hatîp ên bajarê Mûşê derketin. Lewma Serokê Desteya Sindoqê girtename îmze nekir.