ROJANE
Hemû Nûçe
-
Partiyên desthilatdar û mûxalefeta Elman nerazîbûneke tund nîşanî girtinan dan
Partiyên li Elmanyayê desthilatdar û mûxalefet in, bi tundî li ber girtina wekîlên HDP'ê rabûn. Partiyan bang li Ewropayê kirin, ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne yan jî biqedîne. -
Pevgihîna Tevgerên Gel: Li dijî faşîzmê bibin yek
Pevgihîna Gelên Dinyayê ya 3’yan li Romayê dest pê kir. Di pevgihînê de banga berxwedan û hevigiriyê li dijî faşîzma AKP’ê hate kirin. -
KCDK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyan bibin; hesab ji AKP'ê bipirsin
KCDK-E li dijî faşîzma AKP'ê û operasyonên qirkirina siyasî, banga çalakiyan kir. -
Li Brukselê protesto: Divê YE li dijî Tirkiyeyê ambargoyê bi kar bîne
Li dijî binçavkirina wekîlên HDP’î li paytexta Belçîka Brukselê çalakî hat lidarxistin. Çalakgeran bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku ambargoyê deyne li ser Tirkiyeyê. -
Çalakiyên li dijî faşîzma AKP/Qesrê li cîhanê berbelav dibin
Li dijî qirkirina siyasî ya faşîzma dîktatorî ya AKP/Qesrê ya li ser hevserok û wekîlên HDP’ê, DBP’ê li hemû welatên dinyayê çalakî tên lidarxistin. -
Seroka Giştî ya Halkevlerî Ersoy: Roj roja têkoşîna li dijî faşîzmê ye
Seroka Giştî ya Halkevlerî Oya Ersoy têkîldarî binçavkirina hevserok û parlamenterên HDP'ê bang li alîgirên demokrasî, wekhevî, azadî û aştiyê kir, ku li dijî faşîzmê bi hev re têbikoşin. -
Gelê Wanê benda polîsan şikand
Gelê Wanê li gel astengî û bendên polîsan jî herikî kolanan û komkujiya siyasî şermezar kir. -
Dozgeriya Tirk parlamenter Onder ji bo girtinê radestî dadgehê kir
Dozgeriya Tirk, Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, bi daxwaza girtinê radestî dadgehê kir. -
Polîsên Tirk li Aydinê êrîş birin ser çalakgeran
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Dîdîm a Aydinê, bi mebesta şermezarkirina binçavkirina hevserok û wekîlên HDP'ê xwest daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê polîsên dewleta Tirk êrîş birin ser çalakgeran. -
Nûnertiyên dîplomatîk bi koda ‘lezgîn’ kom bûn
Sefîrên welatên endamên YE yên li Enqereyê piştî binçavkirina Hevserok û wekîlên HDP’ê bi koda lezgîn kom bûn. -
Li dijî çalakiya Kadikoyê êrîş
Polîsên Tirk li Cadeya Halîtagayê êrîşî çalakiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kadikoyê kir. Polîsan li girseyê çek kişand, cade li gel girtin, bi zorê derabeyên dikanan danîn. -
Li Fransa, Elmanya û Kanada Kurd rabûne ser piyan
Kurdistanî li her devera ku lê dijî, li dijî dewleta çete ya Tirk û AKP/Qesrê, bi sedema ku hevserok û wekîlên HDP’ê hatin binçavkirin rabûne ser piyan. Li Fransa, Elmanya, Kanada çalakiyên li dijî qirkirinên siyasî dewam dikin -
'Em ê darbeya li vîna me hatiye kirin, qebûl nekin'
Saziyên Kurd ên li Edeneyê, binçavkirina hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezar kirin û gotin, ew ê darbeya li vîna wan hatiye kirin qebûl nekin. -
Bi ser girseya ku binçavkirin protesto dikir êrîş: 7 binçavî
Li Entalyayê polîsên Tirk êrîşî girseya ku xwest binçavkirinên Hevserokên HDP’ê û wekîlan protesto bikin kir, tevî Hevserokên Bajêr Îhsan Nergîs û Songul Şarkli, 7 kes binçav kirin. -
Ji bo çalakiyên li Elmanya, Swîsre û Awûstûryayê banga tevlîbûnê
Li bajarên Ewroayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina binçavkirina hevserok û parlamenterên HDP'ê dewam dikin. Ji bo çalakiyên îro yên li Elmanya, Awûstûrya û Swîsreyê banga tevlîbûnê hate kirin. -
Yildirim bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
Piştî hevserokên HDP’ê, vê carê jî Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. -
Kordînasyona Kantonên Rojava piştgirî da HDP’ê: Ev di çarçoveya plana têkbirina vîna gelê Kurd de pêk tê
Kordînasyona Gîştî ya Hersê Kantonên Rojava bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê kir ku li hember êrîşên AKP’ê û girtina siyasetmedarên Kurd rabin ser piyan. -
Li Enqereyê polîsên Tirk êrîşî çalakiya gel kir: Binçavî hene
Li Enqereyê beriya daxuyaniya HDP’ê, sendîka û rêxistinên pîşeyî, Cadeya Yukselê hat dorpêçkirin. Polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Herî kêm 6 kes hatin binçavkirin, nûnerên saziyan hatin derbkirin. -
Operasyona li dijî HDP’ê li Îzmîrê hat protestokirin
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wekîlên HDP’ê protesto kir. -
Sazî û dezgehên Kurdan ên li Rûsyayê: Roj roja wê ye ku em bi giyanê Mehmet Tûnç li ber xwe bidin
Sazî û dezgehên Kurdan ên li Rûsyayê, bang li gelê Kurd û derdorên demokratîk kir ku li dijî faşîzma dewleta çete ya Tirk û AKP’ê bikevin nav liv û tevgerê. -
EMEP: Ji bo em demokrasiyê bi dest bînin roja yekbûnê ye
Navenda Giştî ya EMEP’ê diyar kir ku ji bo demokrasî bi dest bê îro roja yekbûnê ye û got; “Yên difikirin ku wê bi zext, qedexeyan civakê bitepisînin, divê em nîşanî wan bidin ku xwe dixapînin.” -
Irmak û Zeydan anîn Edliyeya Colemêrgê
Selma Irmak a li Amedê hat binçavkirin û Abdûllah Zeydan ê li Geverê hat binçavkirin anîn Edliyeya Colemêrgê. -
Yuksekdag bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. -
Dusseldorf wê li dijî qirkirina siyasî bimeşe
Li dijî qirkirina siyasî ya AKP’ê wê li Dusseldorfê mîtîng were lidarxistin. -
Ji Baluken peyam: Aqûbeta hemû darbekaran çi bû wê ya van jî ew be!
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken ê di bin çavan de ye bi riya parêzerê xwe ve peyama "Di dîrokê de aqûbeta darbekaran çi bû wê ya wan bû ew be" da.