Ji bo çalakiyên li Elmanya, Swîsre û Awûstûryayê banga tevlîbûnê

Li bajarên Ewroayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina binçavkirina hevserok û parlamenterên HDP'ê dewam dikin. Ji bo çalakiyên îro yên li Elmanya, Awûstûrya û Swîsreyê banga tevlîbûnê hate kirin.

Li bajarên Ewroayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina binçavkirina hevserok û parlamenterên HDP'ê dewam dikin. Ji bo çalakiyên îro yên li Elmanya, Awûstûrya û Swîsreyê banga tevlîbûnê hate kirin.

BERLÎN

Di daxuyaniya Meclîsa Jinê Destdan, HDK, NAV-DEM û Ciwanên Azad de, ji bo çalakiya li bajarê Berlîn ê Elmanyayê banga tevlîbûnê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Teslîmiyet nîne, berxwedan heye! Ji bo çalakiya îro ya saet 17:00 a li Brandenbûrger Tor, em bang li gelê xwe û şoreşger-demokratên li Berlînê dijîn, ku tevlî bibin."

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî, ji bo çalakiya li dijî qirkirina siyasî banga tevlîbûnê hate kirin.

Li ser çalakiyê daxuyanî hat dayîn û hat gotin, "Ji bo şermezarkirina êrîşa li dijî vîna gelê me, em bang li hemû welatparêz, şoreşger û hêzên demokratîk dikin, ku saet di 14:00 de li Hachmannplatzê amade bin."

SWÎSRE

Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn, wê li çar navendan li hev bicivin û binçavkirina parlamenterên HDP'ê şermezar bikin.

Cih û dema çalakiyan:

Basel, Markplatz: 18.00
Zurîch, Rathausbrucke: 14.00
Bern, Bahnofplatz: 13.00
Lozan, pêşiya Gara Navendî: 18.00

LÎNZ

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, wê ji Schîllerparktê ber bi avahiya parlamentê ve meşek were lidarxistin. Ji bo meşa saet di 16:00 de dest pê bike, banga tevlîbûnê hate kirin.