ROJANE
Hemû Nûçe
-
Agirbesta Helebê di meriyetê de ye
Agirbesta Helebê ku li ser banga Rûsiyeyê ji bo mûxalîfên sivîl û çekdar ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê derkevin pêk hatibû, îro di seat 09.00’an de ket meriyetê. -
FEDA: Divê hemû Elewî û gel li HDP'ê xwedî derkevin
FEDA'yê bang li hemû gelên Elewî û gelên din kir û xwest li dijî faşîzma AKP'ê çalakiyan pêş bixin. -
HDP: Em ê serê xwe netewînin
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku ew ê ti caran serî netewînin û banga piştevaniyê kir. Bîlgen wiha got: "Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo ev nêzîkatiya faşîzan ji holê bê rakirin bi biryarî dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin". -
Ji bo Bîrlîk û Aydogan daxwaza girtinê
Parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk û Nûrsel Aydogan piştî karûbarên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin. -
NAV BEL: Em çalakiya ‘domdar û bênavber’ didin destpêkirin
NAV BEL têkildarî binçavkirina Hevserokên HDP’ê Demîrtaş, Yuksekdag û wekîlên HDP’ê daxuyaniyek da û got, ew li dijî dîkatoriya faşîst a Erdogan û AKP’ê dest bi çalakiya ‘domdar û bênavber’ dikin. -
Parlamenterên HDP'ê ji ber xebatên xwe yên siyasî hatin binçavkirin
Dozgeriyên bajarên cuda der barê 13 parlamenterên HDP'ê de ji ber KCD, KCK û berxwedana yên Kobanê di çarçoveya lêpirsîna ku hate vekirin de hate gotin ku ji ber ku îfade nedane hatine binçavkirin. -
KNK'ê terora dewleta Tirk a li ser HDP'ê şermezar kir
KNK'ê terora dewleta Tirk a li ser HDP'ê şermezar kir û got, "Em bang li hemû dînamîkên Kurdistanê dikin ku bêdeng nemînin, ref û rêzên xwe bikin yek û bi tifaqeke herî fireh berxwedaneke mezin nîşan bidin. Roj roja xîretê ye!" -
ESP: Li dijî faşîzmê roj roja daketina qadan e!
ESP'ê bang li hemû kesan kir û xwest dakevin kolanan û got: "Li dijî faşîzmê roj roja piştevaniyê ye. Roj roja berxwedana bênavber e." -
AvEG-Kon bang kir: Em hêrsa xwe veguherînin îsyanê!
AvEG-Kon li dijî darbeya AKP'ê bang berxwedana bêdawî kir. -
Weşandina teqîna li Amedê hat qedexekirin
RTUK ji bo rastiya li ser teqîna li Dibistana Polîsan a li Amedê were nixumandin û kuştiyên polîsan neyê ragihandin, weşandina bûyerê qedexe kir. -
Dor li Navenda Giştî ya HDP'ê hatiye girtin
Piştî ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 9 parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin polîsan dor li Navenda Giştî ya HDP'ê girtin. -
Ewropa ji bo HDP'ê li ser piyan e
Binçavkirina Hevserok û parlamenterên HDP'ê li gelek bajarên Ewropayê ji nîvê şevê û vir ve tê şermezarkirin. -
Parlamenterê HDP'ê Taşçier jî hat binçavkirin
Parlameneterê HDP’ê Îmam Taşçier jî hat binçavkirin. -
Yuksekdag û Onder birin Amedê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ên li Enqereyê hatin binçavkirin, birin Amedê. -
Li ber televîzyona BBC a li Londonê çalakiya ji bo HDP'ê
Binçavkirina 11 parlamenterên HDP'ê, ku Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de hene, mîna li gelek bajarên Ewropayê li Londonê jî hate şermezarkirin. -
HDP wê îro daxuyaniyê bide çapemeniyê
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî û parlamenterên HDP'ê, wê îro saet di 10:00 de li ser darbeya AKP/Qesrê ku li dijî Hevserok û parlamenterên HDP'ê hat kirin, daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. -
KCDK-E ji bo çalakiyên bêdawî û bênavber bang kir
KCDK-E, li dijî darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê, ji bo çalakiyên bêdawî û bênavber bang kir. -
Ji bo çalakiya li Brukselê banga tevlîbûna girseyî
Ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 9 parlamenterên HDP'ê, wê îro li ber Parlamenta Ewropa ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek bê lidarxistin. -
Wê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin
Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, wê darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê bi rengekî girseyî protesto bikin. -
Darbeya li dijî HDP'ê li Viyana, Munchen û Parîsê hate şermezarkirin
Darbeya li dijî HDP'ê li gelek bajarên Ewropayê tê şermezarkirin. -
Çalakiyên li Ewropayê yên li dijî binçavkirinan dewam dikin
Li dijî binçavkirina 11 parlamenterên HDP'ê, ku hevserok jî di nav de ne, Kurdistaniyên li Ewropayê li gelemperiya cîhanê bi taybetî li welatên Ewropayê çalakiyan lidar dixin. -
AABK'ê li dijî darbeya AKP'ê banga lidarxistina çalakiyan kir
AABK'ê, li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî HDP'ê hatin kirin, bang lic ivaka Elewiyan a li Ewropayê kir, ku nerazîbûnê nîşan bide. -
Polîsan erîşî çalakiya li Zurîchê kirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê tên şermezarkirin. Polîsan êrîşî girseya gel kirin. -
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat: Bila Kurdên Êzidî bêdeng nemîne
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat bang li Kurdên Êzidî kir ku li dijî binçavkirina parlamenterên HDP'ê bêdeng nemînin. -
Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît: Divê her welatî xwedî li rûmeta xwe derkeve
Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît bang li gelên Tirkiyeyê kir, ku li dijî darbeya li hemberî Hevserokên HDP'ê û parlamenteran, xwedî li rûmeta xwe derkevin: "Ev têkoşîn têkoşîna rûmetê ye. Li dijî faşîzmê têkoşîna hebûnê ye."