AvEG-Kon bang kir: Em hêrsa xwe veguherînin îsyanê!
AvEG-Kon li dijî darbeya AKP'ê bang berxwedana bêdawî kir.
AvEG-Kon li dijî darbeya AKP'ê bang berxwedana bêdawî kir.
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-KON, li ser binçavkirina hevserok û parlamenterên HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, darbe li siberoja hevpar hatiye kirin û hat gotin, "Êdî sebir fûriya ye! Divê em koçber û gelên xwecihî yên pêşverû yên li Ewropayê, bi hev re biherikin kolanan."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li hemû endamên xwe, gelê xwe, şoreşger û hêzên demokrat dikin ku heta şikandina dorpêçiyê, bi rengekî bênavber têbikoşin, hê bêhtir bikevin nava hewldanan û dakevin kolanan. Roj roja berxwedanê ye! Em hêrsa xwe ya li dijî faşîzmê veguherînin veguherînin îsyanê. Ji bo em serî li faşîzma qesrê bidin tewandin, roj roja geşkirina agirê raperînê ye."