ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji NAV-DEM û YJK-E’yê li Elmanya plangeriya çalakiyên domdar
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) û Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanya (YJK-E) li dijî êrîşên faşîst ên dewleta çete ya Tirk a ku li dij Kurdan û muxalîfan pêk tîne û gihaştiye asta biling, plana çalakiyên domdar girêdan. -
Raportorê PE'yê : Bila demildest muzakereyên PE û Tirkiyeyê bên rawestandin
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlementoya Ewropayê (PE) Karî Pîrî bang li Yekîtiya Ewropayê kir, divê demildest hemû muzakereyên bi Enqereyê re bên rawestandin. -
Pevgihîna Tevgerên Gel AKP/Qesr şermezar kir
Pevgihîna Gelên Dinyayê ya 3’yan li Romayê destpê kir. Di pevgihînê de girtina hevserok û wekîlên HDP’ê hate şermezar kirin. -
Li Dûseldorf û Kasselê qirkirina siyasî hate protestokirin
Li bajarên Dûsseldorf û Dassel ên Elmanyayê operasyonên qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê ya li ser HDP’ê hate protestokirin. -
Ji SP ya Swîsre berteka tund: Bi bayê bezê divê serbest werin berdan
Partiya Sosyalîst a Swîsre, bertekek tund li dijî girtina wekîlên HDP’ê nîşan da û got: ‘’Wekîl bêyî ku bi derengî bikeve divê serbest werin berdan’ û ji bang li YE,KE kir ku bi lezgînî bicive. -
Wezareta Karê Derve yê Danîmarka, bang li Konsolosxaneya Tirk kir
Wezîra Karê Derve ya Danîmarka Krîstîan Jensen, piştî girtina hevserokên HDP’ê û wekîlan, bi lezgînî bo hevdîtinê bang li Konsolosê Tirkiyê yê Kopenhagê Mehmet Donmez kir. -
Partiya desthilatdar a Fransayê: Em girtina Demîrtaş û Yuksekdag şermezar dikin
Li Fansayê Partiya Sosyalîst (PS) a desthilat daxuyaniyek da, girtina hevserokên HDP’ê û parlementeran bi zimanekî tund şermezar kir. -
Endamên Partiya Şoreşger hatin binçavkirin
Endamên Partiya Şoreşger ku li ber ofîsa Seroktiya operasyona li dijî HDP’ê şermezar dikirin, hatin binçavkirin. -
Navên kesê ku li Îzmîrê hatin binçavkirin eşkere bûn
Li Îzmîrê polîsan êrîşî bi ser girseya ku girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgan Yuksekdag û parlementeran protesto dikirin. -
Qirkirina siyasî li Artvînê hate şermezarkirin
Girtina hevserokên HDP’ê û wekîlan li Artvînê ji hela gel ve hate şermezarkirin. -
Saziyên Kurd ên li Moskowayê girtina wekîlên HDP'ê şermezar kirin
Saziyên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowayê ne, bi daxuyaniyeke hevpar binçavkirin û girtina wekîlên HDP'ê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî bi taybetî Rûsyayê kirin, ku li ber faşîzma AKP-Erdogan rabin. -
Li Londonê li ber Serokatiyê çalakî
Çalakiyên Kurdistaniyan yên bi mebesta şermezarkirina qirkirina siyasî ya bi ser HDP’ê de li Londonê berdewam dikin. -
Girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê li Aydinê hate şermezarkirin
Rêxistina HDP'ê ya Aydinê, operasyonên qirkirina siyasî û binçavkirin û girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê, şermezar kir. -
DYA: Em ji pêkanînên hikûmeta Tirk aciz in
Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Enqereyê û Wezareta Karên Derve ya DYA nerazîbûn nîşanî girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê dan. -
NY: Girtina parlamenterên HDP'ê ne ya qebûlkirinê ye
Berdevka Ofîsa Mafên Mirovan a NY Ravîne Shamdasanî diyar kir, binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê ne ya qebûlkirinê ye û got, ev li dijî peymanên navneteweyî ye. -
MPKE wê li ser binçavkirin û girtinan daxuyaniyê ji Tirkiyeyê bixwaze
Serokê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Pedro Agramûnt nerazîbûn nîşanî binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê da û anî ziman ku ew ê li ser mijarê daxuyaniyekê ji Meclîsa Tirk bixwazin. -
Li Îskoçya, Elmanya û Danîmarkayê çalakî: Bijî berxwedana HDP’ê!
Protestoyên dijî qirkirina siyasî ya rejîma AKP/Qesrê yên bi ser HDP’ê de, didomin. -
NAV-YEK: Berxwedana me wê faşîzma vê sedsalê têk bibe
Navenda Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) binçavkirin û girtina parlamenterên Kurd şermezar kir û banga çalakiyan kir. -
ÎHD-TÎHV: AKP di rêya dijmirovî û tarî de ye!
ÎHD û TÎHV li dijî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di civînê de hate gotin, hikûmet yasa û peymanan binpê dike, serî li rêyên dijmirovî dide û bang li gel jî at kirin ku xwedî li heqê xwe derkevin. -
Li Bernê bi hezaran kes ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirk ve dimeşin
Bi armanca şermezarkirina binçavkirina wekîlên HDP'yî, bi hezaran kesên li gara navendî ya Bernê li hev civiyan ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ve dimeşin. -
Beriya 6 rojan gotibû 'dibe ku min jî bigirin'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku hate binçavkirin dozger bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir di hevpeyvîna xwe da dabû DÎHA'yê de wiha gotibû: "Dibe ku min jî bigirin lê wê gel çibikin?" -
Kurdistanî li ber Konseya Ewropayê berhev bûn
Bi sedan Kurdistanî ji bo şermezarkirina darbeya AKP’ê li ber Konseya Ewropayê ya li Strasborgê hatin cem hev -
'Me biryar dan; em ê bi rengekî bênavber li ber xwe bidin'
Rêxistina HDP'ê ya stenbolê li dijî êrîşên qirkirina siyasî civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de banga ji bo berxwedana bênavber û yekîtiyê hat kirin. -
Beştaş: Çi kesê aştîxwaz hebe divê harbûna Erdogan bidin sekinandin!
Beştaş a HDP’yî diyar kir AKP li dijî demokrasiyê şer ragihandiye û bang kir, çi kesê aştîxwaz hebe bila harbûna Erdogan rawestînin. -
Li dijî faşîzma Qesr û AKP'ê daketin kolanan
Binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîfen Yuksekdag û 10 parlamenterên HDP'ê li gelek bajaran ji aliyê Kurdistaniyan ve hate şermezarkirin