Partiya desthilatdar a Fransayê: Em girtina Demîrtaş û Yuksekdag şermezar dikin

Li Fansayê Partiya Sosyalîst (PS) a desthilat daxuyaniyek da, girtina hevserokên HDP’ê û parlementeran bi zimanekî tund şermezar kir.

Têkildarî darbeya li dijî HDP’ê li ser navê PS’ê ji aliyê rêveberên têkiliyên partiyê Marîe-Rose Koro û Maûrîce Braûd daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di aliyê wan de girtina Demîrtaş û Yuksekdag weke ‘şok’ê bû.

Di daxuyaniya Partiya Sosyalîst de hate diyarkirin ku bi hincetên bê bingeh yên mîna li dijî terorê şer kirin êrîşî siyasetmedaran dikin. Hate diyarkirin ku ‘Ev êrîşên bê dawî û bi alozî her ku diçe me dixe nava fikarên zêde’ em weke partî carekî didin didin diyarkirin ku li piştgirî didin hemû beşên ku li Tirkiyeyê rastî gef û zextan tên.

Di daxuyaniyê de bang li welatên Ewropa û navneteweyî hatin kirin ku di warê Hevpemana Mafê Mirovan a Ewropayê de zextê li dewleta Tirkiyeyê bike.