Raportorê PE'yê : Bila demildest muzakereyên PE û Tirkiyeyê bên rawestandin

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlementoya Ewropayê (PE) Karî Pîrî bang li Yekîtiya Ewropayê kir, divê demildest hemû muzakereyên bi Enqereyê re bên rawestandin.

Ji YE'yê têkildarî binçavkirin û girtina hevserok û parlementerên HDP'ê dayîna daxuyaniyan didome. Nûnerê Bilind ê Karên Derve ya YE û Polîtîkayên Ewlehiyê Federîca Mogherînî û Qomserê Komîsyona YE yê ji Berfirehkirinê Berpirsiyar Johannes Hahn jî bi nivîskî daxuyanî dan. 

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat dest nîşankirin ku ,  binçavkirina parlementerên HDP'ê bi awayekî cidî şik û gumanên YE'yê zêde kirine û wiha hat gotin: "Di nav ên hatine binçavkirin de Hevserokên HDP'ê Selahettîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî hene. Her du, ew pêşeng in ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin û muxatabên me yî ku baweriya me bi wan tê."  Di daxuyaniyê de ev nêrîn jî hat parvekirin: "Geşedanên heyî li Tirkiyeyê parlementerî dixe rîskê û wê rewşa rageşiyî ya li rojhilatê başûr ê welat xerabtir dike."

Mogherînî tweeteke wiha parve kir: "Ji ber binçavkirina Demîrtaş û parlementerên din zêde bi şik û guman im. Em bi rayedaran re di têkiliyê de ne. Me ji bo civînê gazî balyozxanên li Enqereyê kir."

Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schûlz jî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Bi girtina hilbijarteyên HDP'ê meqamên tirk tenê Tirkiyeyê ji demokrasiyê dûr naxin, di heman demê de pişta xwe didin nirx, norm û pîvanên têkiliyên YE-Tirkiyeyê jî."

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlementoya Ewropayê (PE) Karî Pîrî jî hesabê xwe yî Twîtterê de wiha got: "Ji Tirkiyeyê dîsa nûçeyeke zaf xerab. Niha jî parlementerên HDP'ê binçav dike."  Her wiha Pîrî bang li Yekîtiya Ewropayê kir, divê demildest hemû muzakereyên bi Enqereyê re bên rawestandin.