Li Îskoçya, Elmanya û Danîmarkayê çalakî: Bijî berxwedana HDP’ê!
Protestoyên dijî qirkirina siyasî ya rejîma AKP/Qesrê yên bi ser HDP’ê de, didomin.
Protestoyên dijî qirkirina siyasî ya rejîma AKP/Qesrê yên bi ser HDP’ê de, didomin.
EDINBURGH
Li paytextaÎsSkoçyayê Edînburghê Kurd û dostên wan, li ber Sefaretxaneya Tirk hatin cem hev. Kurdan diyar kirin, ew ê rê nedin faşîzma AKP’ê û dirûşmên wekî, ‘’Dîktator Erdogan, paşmêrê DAIŞ’ê AKP” berz kirin.
Çalakî bi banga PYD, Komeleya Pîr Sultan Abdal, Yekîtiya Malbatên Koçber, FEDA’yê pêk hat.
BERLÎN
Li Berlîn a Elmanya bi banga Meclîsa Jinan DESTDAN bi sedan Kurdistanî hatin cem hev û Meyda Alexander Platz ji trafîkê re girtin. Di çalakiyê de dirûşmên wekî ‘’Bijî berxwedana HDP’ê, Bimre dîktatoriya faşîst, Bijî Serok Apo, li dijî faşîzmê mil bi mil’’ hatin berzkirin û bang hate kirin ku dewleta Elman dawî li têkiliyên xwe yên qirêj ên bi Tirkiyê re bîne.
Piştre girse heta ib Brandenburger Torê meşiya û ji bo ku piştî nîvor saet 17.00’an dîsa li hev bicivin belav bûn.
ESSEN
Li Essen a Elmanya li ber Sefaretxaneya TC’ê çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bi sedan Kurdistanî hebûn û êrîşên qirker ên AKP’ê û HDP’ê hatin şermezarkirin.
SAARBRÜCKEN
Li Sarrbrûcken a Elmanya li ber de Europa Galerî çalakiyeke hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan, dirûşmên ‘’Terorîst Erdogan’ berz kirin, bang li dewleta Elman kirin ku bibin xweyî helwest.
Di çalakî de bang ji bo meşê hate kirin ku sibe saet 14.00’an wê li Sarrbrûckenê bibe.
KOPENHAG
Li paytexda Danîmarka a Kopenhagê bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi banga Navenda Civaka Kurd civiyan û qirkirina siyasî ya bi ser HDP’ê de şermezar kirin. Di çalakiyê de, ‘’bi berxwedanê em ê bi ser bikevin, HPD rûmeta me ye’’ hatin berzkirin.
Girse ji bo ku biçe ber Parlamentoya Danîmarka meşiyan, piştre têketa sereke ya parlamentoyê hate dagirkirin. Kurdistaniyan li vir dirûşmên, ‘Kujer Erdogan’, ‘’Bi berxwedanê Em ê bi ser bikevin’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘Bijî HDP’ berz kirin.’’
Wekîlê Enhedslîsten ê Danîmarka Nîkolaj Vîllûmsen di çalakiyê de axivî û got, Erdogan neçar e ku li hemberî berxwedana rûmetdar a Kurdan têk biçe, Erdogan dest li ser vîna Kurd daniye û bi berdewamî, ‘’Em weke Enhedlîsten li pişt Kurdan in. Em têkoşîna wan a mafdar heta bi dawiyê destek dikin. Bênavber divê çalakiyên demokratîk bidomin.’’
Piştî axaftinan girse dîsa dest bi meşê kir û çûne Şaredariya Kopenhagê û dosya dane rayedaran.
HELSÎNKÎ
Li paytext Helsîkî ya Fîlandiyayê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyekî ya protestoyê hate lidarxistin. Kurd û dostên wan weke li her bajarên welatekî rabûn ser xwe li Helsînkî jî Kurd li pêşiya Komeleya Çandê ya Kurd kombûn, ber bi sefaretxaneyê ve maşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “HDP gel e, gel li vir e”, “ Dest ne de vîna min”, “ Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “ Tikiye terorîst, Erdogan terorîst” hatin berzkirin.
Peyama ku wê çalakiyên wan bidomin hatin dayîn
DORMÛND
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanayê Kurd di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rojbûn de li pêşiya CîneStar kom bûn.
Di çalakiyê de Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê Ender Îmrek û Nûnerê FEDA’yê Mûstefa Aslan axivîn.
Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku divê di vê pêvajoyê de her kes li ser lingan be, banga gel kir ku beşdarî çalakiya sibehê li Kolnê bê li dar xistin kirin.
MÎLANO
Li bajarê Mîlano yê Îtalayayê qirkirinên siyasî yên AKP’ê li Qada Caîrolî hat protestokirin. Bi hezaran Kesên ku ji Kurdistanî û Îtaliyan pêk dihatin meşek li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “ Bijî SErok Apo” ,” Bijî HDP” û “Kujer Erdogan” berz kirin.
Di meşa ku 3 sendîkayên mezin ên welat piştgirî kirin de, heta Qada Sanbabîla meşiyan.
Çalakvanan posterê Erdogan ê li ser “Kujer, faşîst, diktator Erdogan” hatibû nivîsîn şewitandin.
Girseya ku ber bi sefaretxaneyê ve meşiyan, li vir axaftinên ku Erdogan şermezar dike hatin kirin.