'Me biryar dan; em ê bi rengekî bênavber li ber xwe bidin'
Rêxistina HDP'ê ya stenbolê li dijî êrîşên qirkirina siyasî civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de banga ji bo berxwedana bênavber û yekîtiyê hat kirin.
Rêxistina HDP'ê ya stenbolê li dijî êrîşên qirkirina siyasî civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de banga ji bo berxwedana bênavber û yekîtiyê hat kirin.
Têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî hevserok û parlamenterên HDP'ê, li avahiya HDP'ê ya Rêxistina Stenbolê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.
KOÇYÎGÎT: SEKNEKE HEVPAR DIVÊ
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir, ku sekneke hevpar a li dijî faşîzmê dikare wan bigihîne rojên xweş û got, "Piştî êrîşa li dijî çapemeniya Kurd û çapemeniya azad, êrîş li dijî rojnameya Cûmhûriyetê hat kirin. Yekane astengiya li ser rêya serokdewletiyê, Kurd in, lewma li dijî Kurdan dest bi pêla êrîşê kirine. Lê belê piştî Kurdan wê berê xwe bidin Ataturkiyan, mîna êrîşa li dijî rojnameya Cûmhûriyetê. Lewma lazim e hemû hêzên demokratîk li dijî faşîzmê bibin yek."
KAYA. ROJA HEVGIRTINÊ
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî got, "Ev yek pirsgirêka siberoja Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Eger em nebin yek, dibe ku Tirkiye bikeve nava tarîtî û kaosê."
GUZEL: BERXWEDANA BÊNAVBER
Li dû axaftinan, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Aysel Guzel metna daxuyaniyê xwend û got, "Biryareke navendî ya partiya me heye. Biryara berxwedana demokratîk a bênavber e. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemû navçeyan li ber avahiyên rêxistinên me çalakiyan lidar bixe."