ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tevî astengiyan jî li ber Tîpa F ya Kandirayê daxuyanî hat dayîn
Bi biryara Walîtiya Îzmîtê hewl hat dayîn, daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, ku Kişanak û Ata lê ne, bê astengkirin. Lê girseya gel tevî astengiyan jî li ber girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê. -
Doza li Belçîkayê ya li dijî saziyên Kurd betal bû
Doza li Belçîkayê li dijî saziyên Kurd hat vekirin, betal bû. Dadgeha Belçîkayê got, "Rewşa li Tirkiyeyê di çarçoveya têkoşîneke çekdarî de ye. Nabe ku li gorî qanûnên terorê darizandin bê kirin." -
Tevlîbûna çeteyên Tirkiyeyê li nava El Nûsra dewam dike
Koma çete ya bi navê Cundul Şerîa ya li bajarê îdlibê, tevlî nava çeteyên El Nûsra bû. -
Pasaporta wekîlê HDP'ê Encu hate desteserkirin
Dewleta Tirk derketina derveyî welat li Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu qedexe kir. Encu nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û got, "Ev yek nîşaneya çetebûyîna AKP'ê ye." -
Destûr nayê dayîn li ber Tîpa F ya Kandirayê daxuyanî were dayîn
KJA û HDP'ê dixwazin li ber Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, ku Kişanak û Atana lê girtî ne, daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê belê bi biryara Walîtiya Îzmîrê ev daxuyanî tê astengkirin. -
Başlangiç: Eger em xwedî li çapemeniyê dernekevin wê tiştên hê xerabtir bên serê me!
Rojnamevan Celal Başlangiç, got ji ber bêdengî li hember êrîşên li dijî Ozgur Gundemê û weşanên muxalîf çêbû, êrîş li ser Cûmhûriyetê jî pêk hat. Başlangiç ji civakê xwest ku xwedî li mafê xwe yên agahîwergirtinê derkevin. -
Li Aachenê meşa 'Em li dijî faşîzmê bibin yek'
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, bi şiyara 'Em li dijî faşîzmê bibin yek' hate lidarxistin. -
AKP’ê di Cotmehê de 18 saziyên çapemeniyê mohr kirin
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) bîlançoya Cotmehê eşkere kir. Li gorî daneyên CRA’ye di Cotmehê de 18 saziyên çapemeniyê hatin girtin û 4 rojnameger hatin qetilkirin. -
Polîsên Tirk bi ser mala Îrmez a HDP’yî de girtin
Polîsên Tirk di seatên sibehê de bi ser mala Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez de girtin. -
Êrîşên AKP/Qesrê li Wûppertalê hat protestokirin
Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê operasyonên dagirkirinê û terora li Bakurê Kurdistanê ya dewleta Tirk bi awayekî girseyî hat protestokirin. -
Roja Kobanê ya Cîhanê li Rennes û Montrealê hate pîrozkirin
Li bajarên Rennes û Montrealê, girseyên gel daketin qadan û Roja Kobanê a Cîhanê silav kirin. -
Atabey: Em personelên tenduristiyê yên gel in, ne yên dewletê ne
Atabey nerazîbûn nîşanî derxistina ji kar a personelên tenduristiyê da û destnîşan kir, ku ew ê bi ti awayî ji rêya xwe vengerin. Atabey got, eger pêwîstî pê hebe ew ê li nava malan, kolanan karê xwe bidomînin. -
Qonaxa fînalê: Reqqa
Operasyona gengaz a ji bo rizgarkirina Reqqayê, ku bajarê herî girîng ê li Sûriyeyê di destê DAIŞ'ê de ye, rojeva bingehîn a Rojava ye. -
Li Hatayê li dijî pêkanînên Rewşa Awarte bertek
Pêkanînên Rewşa Awarte ji aliyê Platforma Şaxên KESK’ê ya Hatayê ve hate protestokirin. -
Hevşaredara Ebexê Atabay hat girtin
Hevşaredara Navçeya Ebexê ya Wanê Sûna Atabay îro ji hêla dadgehê ve bi îdîaya “endama rêxistinê ye” hat girtin. -
Derewa ‘3 PKK’yiyan' a Emniyeta Sêrtê û çapemeniya alîgir
HDP’yiyên ku wêneyên wan ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê ve bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne û amadekariyên çalakiyan dikin” hatin belavkirin, gilî kirin. -
Li Londonê Berxwedana Kobanê hate silavkirin
Roja Kobanê yaDinyayê li Londonê bi mîtîngekê hate pîrozkirin. -
Welatiyên Enqereyê: Gelê Amedê ne bi tenê ye
Welatiyên Enqereyê, bertek nîşanî êrîşên qirkirinê yên rejîma AKP/Qesrê yên li Amedê da, peyamên piştgiriyê dan û gotin berxwedan meşrû ye. -
Li Girtîgeha Şirnexê çi dibe?
Şandeya ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Şirnexê weşad. Di raporê de cihekî berfireh ji bo binpêkirinên giran ên mafan hate veqetandin. -
Cezayê Hepsê yê der barê Yuksekdag hat teqezkirin
Cezayê 10 meh hepsê yê der heqê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku ji hêla dadgeha herêmî bi hinceta tevlî merasîme cenazeyê bûye hatibû dayîn, ji hêla 16. Daîreya Cezayê ya Dadgeha Temyîzê hat qebûlkirin. -
Li sînorê Îdlibê serdana payebilindan
Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik û Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Salîh Zekî Çolak çû serdana Qereqola Bukulmez a mîna navenda desteka çeteyan e. -
Di doza Newroz TV de wê biryar 14’ê Mijdarê bê ragihandin
Rûniştina doza têkîldarî Newroz TV li paytext Parîsê hat dîtin. -
Berxwedana Kobanê ya Cîhanê hat silavkirin
Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Elmanya, Kanada, Swêd, Swîsre û Yewnanîstanê aktîvîte hatin lidarxistin. Di aktîvîteyan de êrîşên dagirî û qirker ên AKP-DAÎŞ’ê hatin lenetkirin. -
Li Swîsreyê li dijî mizgeftê operasyona DAIŞ’ê
Li Swîsreyê di çarçoveya operasyona li ser mizgeftê de 4 kesên ku di nav de meleyê mizgeftê heye ku tê îdîakirin endamê DAIŞ’ê ye hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku têkildiya mizgeftê û Sefaretxaneya Tirk bi hev re heye. -
Li Îdlîbê çi dibe?
Êrîşên bi dehan komên çete yên li Helebê bi El Nusra, Ahrar El Şam sivik dibin, salox tê dayin ku di nav sînorên Îdlibê de, çûnûhatina MÎT’ê ya li Wargeha Atme zêde dibe.